Nerazîbûnên li hember êrişa li ser rojnamevanan zêde dibin

Azadî TV, CPJ, Tevgera Goran û CFWIJ êrişa dewleta Tirk a dagirker a li Silêmaniyê ya li dijî rojnamevanan şermezar kir.

Nerazîbûnên li hember êrişa li ser rojnamevanan zêde dibin
24 tebax 2024   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh dewleta Tirk a dagirker li navçeya Seyîdsadiq Silêmaniyê bi balafireke bêmirov û biçek wesayîta rojnamevanan bombebaran kir. Di encama êrişê de 2 rojnamevan; Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn û 6 rojnamevanên din jî birîndar bûn.

Desteya rêveber ya kanala Azadî TV ku girêdayî Hizba Komunîst a Kurdistanê ye, peyamek sersaxiyê weşand.

Azadî TV di destpêka peyama xwe de êrişa li ser rojnamevanan bi tundî şermezar kir û hate gotin: “Mixabin me bi xemginiyek mezin şehadeta du rojnamevanên Kompanyaya Çetir bihîst. Bi vê kiryara terorî wê nekarin xebata rojnmevaniya Kurd asteng bikin û Kurdistanê ji vê têkoşînê rawestînin. Em sebrê ji malbat, hevrêyên şehîdan re dixwazin. Ji dijminên Kurdistanê re sersaxî."

Saziya ragihandinê ya Hawlatî jî têkildarî êrişê daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de ku bi sernavê ‘Wê ev xemsarî heta kengê bidome?’ de tê gotin: “Dagirkerî û êrişên dewleta Tirk gihiştiye wê astê ku her roj nûçeya karesatek nû dibihîsin. Lê di beramber de jî bêdengiya desthilatdarên herêm û Iraqê roj bi roj zêdetir dibe. Di beramberî êrişan de ti bertekek siyasî û leşkerî nayê nîşandan. Hizbên Kurdistanê bêdengiyê ji bo berjewendiyên xwe yên taybet wek stratejiyek bikartînin. Li vê derê du rastiyên sereke eşekere dike. Ya yekem, êdî desthilat û muxalefet jî ji bo berjewendiyên xwe avabûne û ti peywendiya wan bi parastin xak, welat û jiyana welatiyan ve nîne. Ya duyem jî ewe ku jiyana xelkê Kurdistanê di jêr gef û metirsiyek mezin de ye. Pêwîst e li dervey vê bêdengiya stratejîk a desthilatdaran, bertek û helwestek tûnd li dijî dagirkeriya dewleta Tirk were nîşandan."

Di beşek din a daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ji bo gelê Kurd ji vê rewşa bindestî û metirsiyê rizgar bibe, ji bo dîroka sedan sal a berxwedan û têkoşîna azadiyê vale neçe, divê guh neyê dayîna gotina desthilatdarên ku bûne hevpeyman û berjewendîxwazên dagirkeran.

Di dawiya daxuyaniya saziya Hawlatî de tê gotin ku divê hemû welatî li her derê bi berpirsyartî rabin û li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk helwest nîşandin.

Koordînatora bernameya MENA ya Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî (CPJ) Yeganeh Rezaiyan jî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Wek CPJ, em ji ber êrişa bi dronê ya ku di 23’ê Tebaxê de li Herêma Kurdistana Iraqê ku encamê de 2 rojnamevan hatin qetilkirin û rojnamevanek bi giranî birîndar bûyî, pir xemgîn in. Pêwîst e rayedarên Tirk demildest li ser vê êrişê lêpirsîn bidin destpêkirin û diyar bikin ku ekîba ragihandinê ji ber xebatên xwe bûne hedef an na."

Encûmena Seyîdsadiq a Tevgera Goran jî li ser heman mijarê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de êrişa duh a li ser rêya Seyîdsadiq-Helebceyê ku 2 rojnamevan tê de şehîd bûn û yek jî birîndar bû, hat şermezarkirin.

Tevgera Goran destnîşan kir ku êrişên wiha bêyî hevkariya partî û sixûrên navxweyî nikare were pêkanîn. Bang li hemû aliyên siyasî, rojnamevan, çalakvan û rewşenbîran kir ku ti carî rênedin ku nakokiyên siyasî bibin sedema koletî û sîxuriyê.

Hevpeymaniya Jinên Ragihandkar (CFWIJ) li ser hesabê xwe yê X’ê têkildarî êrişa duh a li ser rojnamevanên çapemeniya azad daxuyaniyek belav kir.

CFWIJ di daxuyaniya xwe de diyar dike ku ew ji ber şehadeta her du rojnamevanên jin bi fikar in û dibêje: “Ji ber her du rojnamevanan rastî diparast, hatin qetilkirin.

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin: “Ev êrişeke tirsoneke û tûndûtijiye. Em wek CFWIJ sersaxiyê ji malbatên hevkarên xwe yên jiyana xwe ji dest dane re dixwazîn. Pêwîste artêşa Tik dawî li hedefgirtina rojnamevanên Herêma Kurdistanê bîne. Daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de dadperwerî pêk were û lêpirsîn di derbarê hemû kesên ji êrişê berpirsin de were destpêkirin.