Ji bo şehîd Hêro konê sersaxiyê hate vedan

Li ber derê mala şehîd Hêro Bahadîn ku di encama êrişa dewleta Tirk de şehîd bû, konê sersaxiyê hate vedan. Welatî, sazî, rojnamevan û saziyên çapemeniyê serdana kon dikin.

Ji bo şehîd Hêro konê sersaxiyê hate vedan
24 tebax 2024   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê bi balafirek bê mirov û bi çek wesayîta rojnamevanên ragihandina azad bombebaran kir. Di encama êrişa hovane de 2 rojnamevanên jin yên bi navê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn. 

Îro Ji bo şehîd Hêro Behadîn li ber derê mala wî ya li Silêmaniyê konê sersaxiyê hate vedan. Welatî, rojnamevan, sazî û rêxistinên civaka sivîl serdana kon dikin û sersaxiyê li malbatê didin.