Dewleta dagirker bi zorê berê zarokekî da Girê Spî

Desthilata Tirk zarokekî penaber bi darê zorê ji Tirkiyeyê derxist û berî wî da Girê Spî ya dagirkirî.

Dewleta dagirker bi zorê berê zarokekî da Girê Spî
24 tebax, 2024   13:17
EYN ÎSA

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker duh zarokê penaber ê bi navê Ehmed Derwîş (12) radestî çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên Ii deriyên sînor ê di navbera Bakurê Kurdistanê û Girê Spî de kir.

Li gorî heman çavkaniyan, Ehmed Derwîş ji bajarê Meret Numanê ye, li gel malbata xwe li bajarê Bursa yê Tirkiyeyê dima.

Desthilata Tirk di çarçoveya projeya xwe ya mêtinger û guhertina demgorafiya herêmên dagirkirî de ku Nîsana 2022`yan ragihandiye, mehane bi sedan penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê vedigerîne û wan li herêmên dagirkirî bi cih dike.

Dewleta Tirk a dagirker heta niha 36 hezar û 330 penaberên sûriyeyî û 72 penaberên iraqî bi darê zorê ji Tirkiyeyê derxistine û li Girê Spî bi cih kirine.

(şx)

ANHA