’Nenavendîbûn deriyê Sûriyeya nû yeˊ

Siyasetmedarekî diyar kir ku nenavendîbûna demokratîk li Sûriyeyê dê bibe egera kêmkirina serdestiya hikûmeta navendî û dikare nakokiyên navxweyî kêm bike û aramiya siyasî û civakî zêde bike.

’Nenavendîbûn deriyê Sûriyeya nû yeˊ
3 mijdar, 2025   04:30
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de, li ser gelek xalan danûstandin tên kirin, ji wan xalan şêweyê rêveberiyê li Sûriyeyê ye. Hikûmet xwe dispêre pergala navendî, ku bûye sedema hilweşîna Sûriyeyê û kuştin û koçberkirina welatiyên wê. Rêveberiya Xweser jî doza nenavendîbûna siyasî ya rastîn dike ku garantiye mafên hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê ye û pêşî li nakokiyên navxweyî digire.

Siyasetmedar Can Murad diyar kir ku "banga danûstandinan, gavek baş û girîng e. Tiştê ku baweriya bi danûstandinan zêdetir dike ew e ku ew ji aliyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin, ku dixwaze çekan bêdeng bike û baweriya di navbera Sûriyeyiyan de ji nû ve ava bike. "

Murad da zanîn ku hikûmeta veguhêz bê îrade ye, û mirov nikare aliyekê bê îrade bikişîne nava projeyek neteweyî ya berfireh, tevî ku Rêveberiya Xweser dixwaze vê tiştê bike. Murad got, "Tirkiye her çareseriyek neteweyî asteng dike, eger ku ew çareserî nekeve xizmeta destwerdana Tirkiyê ya karûbarên ewehî û aborî yên Sûriyeyê. "

Murad destnîşan kir ku, "Tirkiye, ku hewl dide bi awayekî fermî bibe xwediyê pêvajoya siyasî li Sûriyeyê, desthilatdariyeke bi rengekî nû ava dike. "

Murad anî ziman ku tevahiya herêmê ketiye nav veguherînên bilez ên gerdûnî û ji nû ve xêzkirina nasnameyên siyasî, Sûriyeyê jî ketiye ser xaçerêyekê, lewma Kurd dikarin rolek girîng di avakirina modelek siyasî ya nû de bilîzin, ger ew rewşê bi zanebûn binirxînin.

Murad got, "Divê pêwendiya di navbera hikûmeta navendî û rêveberiyên din de were danasîn, her wiha têkiliyên di navbera hikûmetê û civakê de jî, divê li ser bingeha beşdarbûn, hevsengî û hevkariya rastîn di navbera hemû pêkhateyên wê de were danasîn, ne li ser bingeha dûrxistin, paşguhkirin û desthilatdariyê."

Murad diyar kir ku heya her pêkhateya civakî ya Sûriyeyê bi rastî beşdarî biryardana siyasî, îdarî û aborî nebin, li Sûriyeyê dewletek aram nayê avakirin. Murad anî ziman ku ew di wê baweriyê de ye ku veguherîna demokratîk dikare bibe amûrek ji bo rastkirina têkiliya xirabûyî ya di navbera dewlet û civakê de û ji nû ve avakirina baweriyê di navbera komên cûda de, bi vî rengî nûnertiya rastîn a Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî û hemû pêkhateyên din ên civaka Sûriyeyê dê pêk were.

Can Murad destnîşan kir sedema sereke ya rewşa heyî li welêt, ew navendîbûna hişk a rejîma Baas bû.

Murad da zanîn ku bingeha her reforma siyasî ya rastîn ew e ku saziyên dewletê li şûna ku bibin amûreke kontrol û leşkerîbûnê, bibin amûrên xizmet û pêşkeftinê. Murad got ku rayedarên niha dezgehên ewlehî û leşkerî li ser hesabê saziyên sivîl mezin bikin, ku ev ne nîşanên xêrê ne.

Murad da zanîn ku pergala nenavendî, ku dihêle her herêmek taybetmendiya xwe ya çandî û civakî derbirîne, dê bibe egera kêmkirina pevçûnên naxweyî û dê aramiya siyasî û civakî zêde bike.

Murad destnîşan kir ku modela ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatiye pêşxistin dikare bibe bingeha nîqaşên li ser formuleke nû ya Sûrîyeyî û egera parastina yekîtî û pirrengiya welêt.

Siyasetmedar Can Murad ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî modelek bêhempa nirxand ku bûye nimûneya "sûriyeya piçûk", tê de pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryanî û yên din di çarçoveyek demokratîk de bi hev re dijîn.

Murad axaftina xwe wiha bi dawî kir "Eger ev model li seranserê Sûriyeyê were pêkanîn, dikare bibe bingeha çareseriyek siyasî ya berfireh, li ser bingeha nenavendîbûna demokratîk, rêzgirtina ji bo pirrengiyê re. Ev yek jî dê yekitî û aramiya welat biparêze. "

(k)

ANHA