TEV-DEM ji ber wefata Leyla Mistefa peyama sersaxiyê da

TEV-DEM′ê ji ber wefata Leyla Mistefa peyama sersaxiyê da û got: "Leyla Mistefa yek ji stûnên avakirina sîstema Rêveberiya Xweser li Girê Spî û Reqayê bû."

TEV-DEM ji ber wefata Leyla Mistefa peyama sersaxiyê da
25 mijdar, 2023   23:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa îro piştî nîvro, dema di neştergeriyê re derbas dibû, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê jiyana xwe ji dest da.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji ber wefata Leyla Mistefa peyama sersaxiyê weşand.

Peyama TEV-DEM′ê wiha ye: "Civaka me ya Kurd û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kesayeta Kurd a welatparêz mamaoste, endazyar, hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa ji dest da. Leyla Mistefa ya pêşengiya xebatên avakirina bajarê Reqayê dikir di temenê ciwantiyê de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Leyla Mistefa yek ji stûnên avakirina sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Girê Spî û bajarê Reqayê bû.

Leyla Mistefa ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad de roleke sereke ya civakî û siyasî di nava tevahî pêkhateyan de û jinan bi taybet de pêk anî.

Bi vê wesîleya bi êş, em sersaxiyê ji malbata Leyla Mistefa re dixwazin, ji xweda dixwazin ku wê di bihuşta xwe de şad bike û sebir û aramiyê bide malbata wê."

(bb)

ANHA