Navên 2 kesên duh li Tişrînê şehîd bûbûn aşkera bûn

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê navên 2 kesên sivîl ên ku duh di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê de şehîd bûbûn, aşkera kirin.

Navên 2 kesên duh li Tişrînê şehîd bûbûn aşkera bûn
22 ÇILE, 2025   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (sêşem) balafirên dewleta Tirk a dagirker êrişî nobedarên li bendava Tişrînê kir û di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û 21 sivîl jî birîndar bûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê navên her du şehîdan aşkera kirin.

Navên şehîdan wiha ne: Hezna Ebdê (endama Hêzên Parastina Civakê-Jin) û Mihyedîn Hisên Umer (endamê Partiya Yekitiya Demokratîk).

Her du şehîd ji gundewarê bajarê Dêrikê ne û roja 21`ê Çileyê tevî karwana şêniyan berê xwe dabûn Bendava Tişrînê.

(k)