Şêniyên Tebqa Reqa û Dêrazorê ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê

Bi sedan şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo tevlî çalakiya nobedariya bendava Tişrînê bibin ketin rê.

Şêniyên Tebqa Reqa û Dêrazorê ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê
22 ÇILE, 2025   13:53
REQA

Bi sedan şêniyên Reqa û Dêrazorê ji bo herin bendava Tişrînê li çerxerêya Firûsiyê ya li bajarê Reqayê kom û ji wir ketin rê. Tê payin ku şêniyên Reqa û Dêrazorê li bajarokê Mehmûdlî yê bakurê Tebqayê bighên şêniyê Tebqayê û bi hev re ber bi bendava Tişrînê ve biçin. Şênî wê tevlî çalakiya nobedariya parstina bendava Tişrînê bibin ku kete roja xwe ya 8`mîn.

Ev cara duyemîn e ku şêniyên Dêrazorê, Tebqa û Reqayê ber tev li çalakiya li bendava Tişrînê dibin.

(k)