Namzetên ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ bernameya hilbijartinê şîrove kir

Di şahiya propagandaya hilbijartinan de, namzetên ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ bernameya xwe ya hilbijartinan şîrove kir û nêrîn û pêşniyariyên şêniyan girtin.

Namzetên ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ bernameya hilbijartinê şîrove kir
Namzetên ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ bernameya hilbijartinê şîrove kir
Namzetên ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ bernameya hilbijartinê şîrove kir
Namzetên ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ bernameya hilbijartinê şîrove kir
Namzetên ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ bernameya hilbijartinê şîrove kir
28 gulan, 2024   16:40
QAMIŞLO

Di çarçoveya amadekariya ji bo hilbijartinan de, "Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê" propagandaya xwe ya hilbijartinan didomîne. Îro namzetên tifaqê li parka taxa Hilko ya bajarê Qamişlo bi şêniyan re civiyan.

Di serî de namzetên hevseroketiya şaredariya Qamişlo Bêrîvan Omer û Stêfo Îşûh xwe da nasîn. Bêrîvan Omer wiha axivî: "Em li nav kolanên Qamişlo digerin da ku bernameya xwe şîrove bikin. Di lîsteya me de hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan hene û armanca sereke ji vê çalakiyê ew e ku em şêniyan vexwînin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin nûnerên xwe."

Stêfo Îşûh teqezî bi xebatên cidî ji bo pêkanîna demokrasiyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û diyar kir ku ev tifaq di nav xwe de pêkhateyên ku rola wan di pêkanîna projeya neteweya demokratîk li herêmê de heye, dihewîne.

Îşûh destnîşan kir ku ew ê di projeya xwe de têkiliya di navbera gel û şaredariyan de xurt bikin û baweriya wan bi karê hevbeş xurt bikin û got: "A herî girîng ew e ku biryar ji komînan bên girtin, ji ber ku ew bingeha avakirina civaka demokratîk a Rêveberiya Xweser in."

Îşûh wiha domand: "Projeyên me yên din ji bo berfirehkirina rûbera keskahiyê li herêmê, xweşikkirina bajaran, pêşxistina ekolojiyê û projeyên binesaziyê di serî de av û rêyên sereke, hene."

Herdu namzetan li pêşniyariyên şêniyan guhdar kir. Şêniyan banga çareserkirina kirîza avê li taxa Hilko û girîngîdayîna parka wê, kir.

(mh)

ANHA