Li Girkê Legê 64 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn

Li Girkê Legê 64 cangoriyên azadiyê yên mehên Adar, Nîsan û Gulanê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne hatin bibîranîn.

Li Girkê Legê 64 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 64 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 64 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 64 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 64 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 64 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 64 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
28 gulan, 2024   15:50
GIRKÊ LEGÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan li Navenda Çand û Huner ya Aram Tîgram ya Rumiylan 64 cangoriyên azadiyê yên mehên Sibat, Adar, Nîsan û Gulanê yên ku di dem û cihê cuda de şehîd bûne bi merasîma bîranîn li dar xist. Bi sedan şêniyên bajarê Girgê Legê, Rumelan, malbatên şehîdan û endamên saziya hazir bûn.

Di merasîmê de 64 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên parastina Gel (HPG), Hêzên parastina Gel (YPG) yekiniya parastina jin YPJ’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin bibîranîn.

Merasim bi deqek rêzgirtinê destpê kir. Piştra dayikên şehîdan mûm vêxistin û gul danîn ber wêneyên şehîdan.

gotinên Rêber Abdullah Ocalan ên di derbarê şehîdan de hat gûhdar kirin û sînevîzyona wêne û dîmenên şehîdan hatin nîşandan.

Di merasîma bîranînê de belgenameyên şehîdan hatin xwendina û radestî malbatên kirin.

Merasîm bi dirûşma "Şehîd namirin,"Bijî Serok APO" bi dawî bû.

(rx/

ANHA