Desteya Çandinî û Avdanê: Buhayê genim sabit e, nayê guhartin

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku buhayê kirîna genim nayê guhartin û biryara diyarkirina wê saxlem e.

Desteya Çandinî û Avdanê: Buhayê genim sabit e, nayê guhartin
28 gulan, 2024   17:01
HESEKÊ

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîneke çapemeniyê de sedemên diyarkirina buhyê kirîna genim ji cotkaran diyar kir.

Desteyê di 26'ê Gulanê de buhayê kirîna kîloyê genim bi 31 sentan diyar kir. Lê belê li hemberî wê cotkarên herêmê nerazîbûna xwe nîşan da.

Di civînê de cîgirê hevseroketiya Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser Ehmed Yûnis got: "Rewşa aborî ya li herêmê, di serî de êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî aborî û binesaziya herêmê, bandoreke neyênî li çavkaniyên aborî kirin."

Yûnis diyar kir ku li gorî biryara /4/ a diyarkirina buhayê genim, lêkolînek li ser lêçûna her donimekê hat amadekirin û ew lêkolîn bi Meclisa Rêveber re bi beşdariya nûnerên hevserokên meclisên rêveber ên kantonan, nûnerên Desteya Malî, Desteya Aborî û Yekitiya Cotkaran, hat nîqaşkirin. Lêçûna hilberîna kîloyekê nêzî 29 sentan e.

Yûnsi wiha domand: "Ev lêkolîn bi lêhûrbîn hatiye kirin. Li gorî tecrûbeyên berê yên Rêveberiya Xweser, rêjeya qezenca cotkaran heta ji sedî 35 li gorî cûreyê berheman, tê veqetandin. Lê belê li dijî herêmên me dorpêça aborî û êrişên dagirkeriya Tirk li dijî binesaziya aboriyê tên pêkanîn, nexasim bîrên petrolê. Di encama wê de zirareke mezin gihîşt qada aborî ku Rêveberiya Xweser nikaribû rêjeyeke bilindtir a qezencê bide cotkaran. Hemwextî wê jî, nirxê genim li asta cîhanê jî erzan bûye."

Yûnis diyar kir ku li gorî wê, Desteya Çandinî û Avdanê biryara xwe da û got: "Dibe ku buha ne li gorî lêçûn û qezencê be, lê belê ew biryar guncaw e nexasim hemwextî rewşa li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."

Yûnis di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku desteyê di salên dawîn de destek da qada çandiniyê û pêdiviyên cotkaran peyda kir, bi taybetî di rewşên awarte û dijwar de û hewl da bi rêya piştgiriya cotkaran derfetên kar peyda bike û aramiya civakî pêk bîne.

(mh)

ANHA