‘Nakokî NATO’yê qels dikin û nîqaş li ser siberoja wê hene’

Li gorî Abdulmesîh El Şamî, NATO ne tenê ji ber şêweya şerê heyî tev li şerê li dijî Îranê nabe, lê nakokiyên DYA û hevalbendên wê yên li Ewropayê dibin sedem. Ev nakokî bi hatina Trump û şerê Ukraynayê re, zêde bûn.

‘Nakokî NATO’yê qels dikin û nîqaş li ser siberoja wê hene’
21 nîsan, 2026   04:55
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Di demên dawîn de NATO aşkera nakokiyên navbera endamên xwe de dît. Bi taybet piştî dîtin ku rola DYA’yê di hinek şer û krîzan de heye, ev nakokî derketin. Hinek dewlet jî naxwazin rasterast tev li şerê bi Îranê re bibin. Hewl didin ji aliyê leşkerî û encamên wê yên siyasî û aborî yên vî şerî dûr disekinin.

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Abdulmesîh El Şamî got NATO bi taybet dewletên Ewropayê naxwazin ku bi Îranê re bikevin nava şer û ev yek ne tenê bi şêwe û xwezaya şer ve girêdayî ye, di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û NATO’yê, her wiha Yekitiya Ewropayê de nakokî zêde bûne.

Li gorî nêrîna El Şamî vê nakokiyê piştî ku Trump bû serokê DYA’yê û helwesta wî ya li hember şerê li Ukraynayê re dest pê kir.

NAKOKIYÊN KÛR DI NAVBERA HER DU ALIYÊN ATLANTÎKÊ DE

El Şamî diyar kir ku Ewropa ji aliyê siyasî ve bi sazî û elîtên kevneşopî yên hundirê DYA’yê ve girêdayî ye. Carinan van elîtan bi dewleta kûr pênase dikin, perspektîfa wê ji ya rêveberiya Trump cudatir e. Ev elît dûrî kevneşopa berê, nûnertiya şepêleke nû dike. Ev elît girêdayî civaka pîşesazî û lobiyên mezin e, li Ewropayê bandoreke wan a mezin heye û ev yek dûrbûna navbera her du aliyan kûrtir dike.

El Şamî destnîşan kir ku doz ne tenê bi şerê li dijî Îranê ve girêdayî ye, pêwendiya xwe bi nakokiyên fireh û kûrtir ve heye. Trump bi banga xwe ji dewletên Ewropayê re nedixwest ku wan rasterast tev li şer bike, dixwest zextê bike û dizanîbû ku Ewropa zû bi zû bersiv nade wî. Eger Ewropa tev li şer bibe jî dê şertên wê hebin, mînak DYA dê lêçûnên şer an zêdekirina lêçûnên li ser NATO`yê hilgire ser xwe.

GELO DYA NÊZÎ PAŞVEKIŞANDINÊ YE?

Der barê gengaziya xwe paşvekişandina ji NATO’yê, li gorî El Şamî dibêje NATO li ber bidawîbûnê ye, ji ber ku ew hevpeymaneke leşkerî ya pir bi lêçûn e û welatên endam ji ber nebûna armancên zelal û kêmbûna lihevhatinê li ser mekanîzmayên kar, rastî nakokiyên zêde tên.

Her wiha bal kişand ser pirsgirêka fînansekirinê û guhertina sedemên ku ev hevpeyman di destpêkê de ji bo wê hatiye damezirandin.

SIBEROJA NATO’YÊ DI CÎHANEKE GUHERBAR DE

El Şamî diyar kir ji ber polîtîkayên Trump, DYA îro Ewropayê bêtir nêzî Rûsyayê xuya dike ku ev yek rewatiya bingehîn a hebûna NATO’yê ku ji bo dijberiya Rûsyayê hatiye damezirandin, qels dike.

El Şamî da zanîn ku nakokiyên berdewam di nav hevpeymanê de û ji ber stratejiyên nû yên DYA`yê ku li şûna mîlîtarîzmê giraniyê dide teknolojiyê û aboriyê, êdî sedemên mayîna NATO’yê kêm bûne.

El Şamî di dawiyê de diyar kir ku cîhan ber bi şêweyekî rikeberiyê yê ne şer ve dikçe, ev jî dihêle ku hebûna hevpeymaneke leşkerî ya bi qasî NATO`yê barekî aborî yê giran, ev jî dikare bibe sedema hilweşîna wê yan vekişîna hin endaman, ne tenê DYA.

(k)

ANHA