Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî dê rêveberên saziyan çawa diyar bikin?

Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî, ji bo destnîşankirina rêveberên saziyan û cîgirên wan li Heseke û Kobanê, Efrîn, Serêkaniyê û Gire Spî, li gorî mekanîzmayeke hevbeş dixebitin.

Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî dê rêveberên saziyan çawa diyar bikin?
21 nîsan, 2026   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî îmzekirina Peymana 29`ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta demkî de, çend gavên berbiçav ji hêla her du aliyan ve hatine avêtin. Herî dawî jî rêveberên saziyên girêdayî wezaretan hatin destnîşankirin.

Hat ragihandin ku Rêveberiya Xweser lîsteya navên kesên ku dê di wezaretan de bêne erkdarkirin, amade dike. Lê mekanîzmaya diyarkirin û erkdarkirina van kesan çawa ye?

Li gorî agahiyên çavkaniyên ji her du aliyan dane, ji bo destnîşankirina rêveber û cîgirên rêveberan ên girêdayî wezaretan, her aliyek 3 kesan pêşniyar dike. Piştî vê yekê, civîneke lihevkirinê li gel rayedarên peywendîdar û pispor ên di deste, rêveberî û wezaretan de tê lidarxistin û di encamê de rêveber û cîgirên wan têne diyarkirin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku li gorî lihevhatinan divê rêveber ji herêmê bin û xwedî jêhatîbûn, pisporî û ezmûna karê xwe bin. Ev mekanîzmaya taybet dê li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî pêk were.

(k)

ANHA