Naîm Qasim: Em ê dev ji çekên xwe bernedin

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim di salvegera yekem a kuştina Hesen Nesrallah de got partî dev ji çek xwe bernade û diyar kir ku ew amade ne li hember Îsraîlê bisekinin ruxmî ku di hundir û li ser asta navneteweyî de fişar li ser wan zêde dibin ji bo ku çekê radestî dewleta Lubnanê bikin.

Naîm Qasim: Em ê dev ji çekên xwe bernedin
27 îlon, 2025   21:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim di salvegera yekem a kuştina Sekreterê Giştî yê berê Hesen Nesrallah de diyar kir ku “ew ê meydanan vala nekin û dev ji çekên xwe bernedin”.

Qasim anî ziman ku ew “di serdema serkeftinan de dijîn, ji ber ku ew berxwedanî û berdewamî ye”.

Qasim ragihand ku “ew ê li hember Îsraîlê bisekinin”.

Nesrallah di 27’ê Îlona 2024’an de, di êrişên asmanî li dijî avahiya Hizbullahê ya di bin erdê de ya li kolana Herîk ya başûrê Beyrûtê, hate kuştin. Dû wê bi hefteyekê Îsraîlê Haşim Sefiyedîn kuşt ku dihat payîn li şûna Nesrallah bibe sekreterê giştî yê partiyê.

Piştî şer, Hizbullah rûbirûyî zextan e, ji bo ku çek radestê dewleta Lubnanê bike. Di wê çarçoveyê de artêşa Lubnanê ji bo bêçekkirinê planek danî ku ji 5 qonaxan pêk tê. Li gorî qonaxa yekemîn divê Hizbullah ji ser sînorên bi Îsraîlê re vekişe.

(ac/şx)