Li zanîngehên herêma xweseriya demokratîk 11 beşên nû hatin vekirin

Di sala hîndekariyê ya 2025-2026`an de, li zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 fakulte, 6 beş û peymangehek hatin zêdekirin. Li van beşan dest bi qebûlkirina serlêdanan hatiye kirin.

Li zanîngehên herêma xweseriya demokratîk 11 beşên nû hatin vekirin
28 îlon, 2025   07:45
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Li zanîngehên Rojava, Kobanê û El-Şerq ên li herêma Reveberiya Xweser sala nû ya hîndekariyê (2025-2026) wê 19`ê Cotmehê dest pê bike.

Li her 3 zanîngehan amadekariyên wekî qeydên xwedekaran, sererastkirin û bernameyên xwendinê tên meşandin.

Di rewşa niha de li Zanîngeha Rojava 11 fakulte, 3 peymangeh û 22 beş, li Zanîngeha Kobanê 6 fakulte, 3 peymangeh û 14 beş, li Zanîngeha El-Şerq 8 fakulte, 4 peymangeh û 21 beş hene. Li van beşan hemûyan qeydên xwendekaran berdewam dikin.

Yek ji amadekariyên têne kirin jî, vekirina beşên nû ne. Li gorî agahiyên ku rêveberiyên zanîngehan dane ANHA`yê beşên ku dê nû bên vekirin wiha ne.

ZANÎNGEHA ROJAVA 5 BEŞ Û PEYMANGEHEK NÛ

Di sala nû de wê li Zanîngeha Rojava Peymangeha Tenduristiyê tê vekirin. Peymangeha ku berê girêdayî Desteya Tenduristiyê bû, dewrî zanîngehê hatiye kirin û hatiye mezinkirin. Li peymangehê beşên Hemşêretî, Benckirin (Anestezi-di dema emaliyatan de rêbaza ku ji bo nexweş zêde êş nekişîne tê bikaranîn), Dermansazî, Beşa Lezgîn, Tîrêj (Radyolojî), Taqîgehên Bijîşkî (Laboratuar) û Dermankirina Fizîkî dê xwendekaran qebûl bikin.

Li bajarê Hesekê beşên Erdnîgarî, Wêjeya Erebî, Fizîk, Mamostetiya Refê û Bîrkarî yên girêdayî Zanîngeha Firatê ku ji aliyê rejîma Bass ve dihatin birêvebirin hebûn. Bi hilweşandina rêjîmê re Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo van beşan plansaziyek nû derxist. Li gorî plansaziyê 5 beş wê girêdayî Zanîngeha Rojava hîndekariyê bidomînin. Xwendekarên ku berê li van beşan dixwendin û derbasî salên 2 û 3`yan bûne, wê xwendina xwe li gorî minhaca (mufredat) berê (a rejîm) xwendina xwe temam bikin.

Xwendekarên ku ji sala yekê ve qeyda xwe li van beşan çêdikin jî wê li gorî minhaca Rêveberiya Xweser bên perwerdekirin. Zimanê hîndekariyê yê her 5 beşan wê bi erebî be.

ZANÎNGEHA KOBANÊ 3 FAKULTE VEKIRIN

Li Zanîngeha Kobanê sala nû deriyên 3 fakulteyên nû ji xwendekaran re vedike, Fakulteya Endezyariya Çandiniyê û Fakulteya Zanistên Civakî wê cara yekem xwendekaran bigirin. Fakulteya Zanistên Civakî ji beşên Jineolojî, Dîrok, Felsefe û Sosyolojî pêk tê.

Peymangeha Zimanê Îngilîzî ya girêdayî zanîngehê jî di sala nû de, wekî Fakulteya Zimanê Îngilîzî hatiye mezinkirin.

LI ZANÎNGEHA EL-ŞERQ FAKULTEYEK Û BEŞEK NÛ

Zanîngeha El-Şerq jî di sala nû de Fakulteya Veterînerî (Beytera) vekiriye, li Fakulteya Zanistên Tibî jî beşa Pîriktî (Ebetî) zêde kiriye.

PEYMANGEHÊN XWESER

Ji bilî zanîngehan li herêmê çend peymangehên xweser jî xebatên xwe didomînin, di sala nû de hinek wan şaxên xwe li bajarên cuda vedikin.

Peymangeha Amadekariya Mamosteyan a girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarên Qamişlo, Hesekê, Kobanê û Helebê (Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê) îsal jî bernameya xwe bidomînin.

Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn li bajarê Hesekê bi xebatên xwe yên hunera jin balê dikişîne, peymangeh di sala duyemîn de xwendekarên nû qebûl dike.

Peymangeha Bilind a Hunerê ya girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamyayê (TEV-ÇAND) ku li par li Dêrikê hatibû vekirin, wê îsal jî şaxa xwe li Kobanê veke.

(a)

ANHA