Îran `bêçekkirina Hizbullahê` red kir

Îranê careke din piştgiriya xwe ya mutleq ji “Hizbullahê” re ragihand û diyar kir ku çekê Hizbullahê “ji bo gelê Lubnanê keleh e û li hember Îsraîlê bendeke asê ye”.

Îran `bêçekkirina Hizbullahê` red kir
27 îlon, 2025   21:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê giştî yê Meclisa Bilind a Neteweyî ya Îranî Ali Larijanî di serdana xwe ya ji bo Beyrûtê de bi serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Berrî û serokê hikumetê Newaf Selam re civiya. 

Larijanî, destnîşan kir ku divê bingeha têkiliyên di navbera her du welatan de, “rêzgirtin û li kar û barên hev du destwerdan nekin”.

Larijanî piştî civîna li gel Berrî, got çekê Hizbullah “li hember Îsraîlê bendeke asê ye” û destnîşan kir ku Tehran “hêvî dike ku hevkariyeke xurt di navbera dewletên herêmê de hebin ji bo ku pirsgirêkan derbas bikin û li hember komployên Îsraîlê bisekinin”.

Bi vê boneyê Pasdarên Îranê daxuyaniyek da û got ew “bêçekkirina Hizbullahê” red dikin.

Îsraîlê beriya vê jî, gef xwaribû ku heke Hizbullah çekên xwe radestî dewleta Lubnanê neke, dê êriş Lubnanê bike.

(şx)