Bîlançoya şehîd û birîndarên êrişên dewleta Tirk ên ji 8ˋê Çileyê ve

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker, ên ji 8ˋê Çileyê ve, yên li tevahî deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi taybet dijî gelê li Bendava Tişrînê de 41 welatî şehîd bûn û 245 jî birîndar bûn, di nav bîlançoya dawî de rojnamevan û endamên tîmên tibî jî hene.

Bîlançoya şehîd û birîndarên êrişên dewleta Tirk ên ji 8ˋê Çileyê ve
30 ÇILE, 2025   19:57
REQA

Li gorî detayên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara şehîd û birîndarên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên dijî herêmê bilidn bû. Hejmara giştî ya şehîd û birîndaran wiha ye; 41 şehîd û 245 kes jî birîndar in. Ji birîndaran 7 rojnamevan û 6 endamên tîmên tibî ne. 

Li gorî detayan, ji 8ˋê Çileyê heta roja îro ve, li herêma Bendava Tişrînê û li ser bendavê bi xwe 24 sivîl şehîd bûn û 221 jî birîndar bûne.

Li kantona Firatê, bi taybet li bajarê Sirînê jî, di encama êrişa 25ˋê Çileyê de di nav de zarok 12 kes şehîd bûn û 13 birîndar bûne.

Her wiha duh jî balafireke bêmirov li Kobanê malek bombebaran kiribû, di encamê de 2 kes şehîd bûn û jinek jî birîndar bû.

Li kantona Cizîrê jî, bi taybet li bajarê Zirgan û gundewarê wî, di encama êrişa 25ˋê Çileyê de di nav de zarokek 3 kes şehîd bûn û di nav de 4 zarok û 3 jin 10 kes birîndar bûn.

(fr)

ANHA