Murat Karayilan: Ji bo Rojava çi pêwîst bike em ê bikin

Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan li hemberî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, got; “Em deyndarên gelê Rojava ne. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê we bi tenê nehêlin. Gelê Kurd û weke tevgera azadiyê, çi pêwîst be em ê wê bikin.”

Murat Karayilan: Ji bo Rojava çi pêwîst bike em ê bikin
20 ÇILE, 2026   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê HPG’ê Mûrat Karayilan derbarê êrişên komên çeteyan ên hikûmeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojavayê Kurdistanê de, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. 

Nirxandinên Mûrad Karayilan wiha ne:

“Ez di destpêkê we bi rêzdarî û bi hurmet silav dikim. Diyar e em wek gel di serdemekê dîrokî re derbas dibin. Vaye ji Helebê heya Hesekê li Rojavayê Kurdistanê şer heye. Em tevahî şehîdên qehreman ên vî şerî di şexsê fermandarê hêja Ziyad Heleb û Denîz Çiya de bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînin. Ev êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê tenê ne êrîşeke li ser Rojavayê Kurdistanê ye, li ser tevahiya Kurdistanê ye.

ÊRIŞ PÊVAJOYÊ BÊWATE DIKIN

Diyar e di jinûve dîzaynkirina herêmê de naxwazin gelê Kurd cih bigire. Naxwazin gelê Kurd bibe îrade û bibe xwedî statu. Sibe di demeke guncaw de, ne dûr e ku Başûrê Kurdistanê; statûya wê derê jî bibe hedef. Ji xwe dixwazin wisa statuya Başûr tenê bihêlin û dûre bikin hedef.

Ev êriş di heman demê de ji bo têkbirina pêvajoya ku Rêber Apo li Bakurê Kurdistanê bi rêxistin kiriye. Ev êrîş bi vî şewazî pêvajoya ku li Bakurê Kurdistanê heye bêwate dike. Bi vî awayî divê em vê êrişê weke êrişa li ser dahatûya gelê Kurd bibînin.

Ev wek komployekê hatiye amadekirin. Hem hêzên navdewletî û hem jî hêzên herêmî berjewendiyên xwe di vir de dîtîne. Ji bo wê erê kirine. Wisa ev komploya dimeşe.

EM NE ZAROK IN

Bêguman di vê de dewleta Tirkiye aktîf rol hilgirtiye. Em dibînin û dizanin. Bi teknîka xwe, bi balafirên xwe yên keşfê, yekser tevlîkirina leşkerên xwe di bin navê çeteyan de vê eşkere raber dike. Niha divê ku rayedarên dewleta Tirkiyeyê zanibin; em ne zarok in. Tu yê li Bakurê Kurdistanê bibêjî ‘Biratiya gelên Kurd, Tirk û Ereb, were em aştiya navxweyî çêbike’, lê li Rojavayê Kurdistan jî hemû destketiyên gelê Kurd bike hedef. Bi destê çeteyan qirkirinê ferz bike. Kes bi vê naxape. Ev tiştekî eşkere ye.

TIFAQA TIRKIYE, HTŞ Û DAIŞÊ ÊRIŞ DIKE

Di bin sîwaneya hêzên navdewletî de tifaqa dewleta Tirk, HTŞ û DAIŞ’ê niha di pratîkê de êriş dike.  Di nava yên ku êrîş dikin de DAIŞ roleke girîng dilîze. Ev helwesta ku niha koalîsyona navdewletî nîşan dide ango ji van êrîşan re rê vekirine bi taybetî ji bo Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), ji bo Brîtanya, ji bo Elmanya û Fransa ev ê bibe rûreşiyek mezin. Wê ji dîrokê re bibe mal. Ma ne Kurdê Rojavayê Kurdistan xwe li ber êrîşên DAIŞ’ê kirin mertal. Hemû mirovahî parast. Paytexta DAIŞ’ê Reqa bi erdê re kirin yek. 13 hezar şehîd dan. Û we digot em mutefîkê hev in. Baş e hûn çawa vê mutefîkiyê bi êrîşeke wisa re rû bir û dihêlin? Ev ne bêbextî be, hingî çi ye? Ev bêbextiyek mezin e. Ne gelê Kurd ne jî wijdanê mirovahiyê vê bêbextiyê ji bîr dike. Wisa tu bi hêzêkê re, gelekî re tev bigerî û li hember hêzêkê şer bikî û dûre jî xwe bidî alî, bike hedef. Ev di wijdanê mirovahiyê de birînekê vedike. Ew birîn zû bi zû nayê girtin. Divê ev dewletan vê heqîqetê bizanibin.

KES NIKARE VIYA WEKE TIŞTEK NORMAL BIBÎNE

Niha min di çapameniyê de guhdarî kir. Fermandarekî QSD’ê bi navê xwe Çiya, ji televîzyonekê re axivî û got, em komek heval li ber zindanê nobedar in. Got, ‘Li zindana Eqdar a Reqayê zêdeyî 2 hezar çete ji her welatî hene. Em nahêlin ku ew birevin. Lê dora me çeteyên HTŞ û DAIŞ’ê girtine û dixwazin wan a azad bikin. Em jî nahêlin û em di dorpêçê de ne. Em şer dikin û me alîkarî ji koalîsyonê xwestiyê, lê ew 2 roj in bersiva me nedane’. Ev tê çi wateyê? Divê herkes ji vê encamê derxîne. Diyar e ev dewlet li berjewendiyên xwe dinihêrin. Soz, peyman tiştên wisa tune ne. Yanî kes nikare vê heqîqetê weke tiştekî normal nîşan bide. Li ser gelê me komployek heye. Wisa tê meşandin. Bêguman divê beriya her kesî gelê me, gelê Kurdistanê û her çar parçeyên Kurdistanê vê rewşê bibîne. Wisa li ber rabe.

DIVÊ EM NÎŞANÎ CÎHANÊ BIDIN KU EM NETEWEYEK IN, YEK IN

Rêveberiya xweser a demokratîk ev pêvajo weke seferberî îlan kir. Dûre daxuyanî hatin dayîn. Ev seferberî ji bo tevahiya Kurdistanê ye. Divê tevahî gelê me li Rojava xwedî derkevin. Ciwanên Kurd divê rol bilîzin. Yên ku dikarin xwe bigihînin divê xwe bigihînin. Me bihîst ji xwe li Başûr hinek ketine rê. Çapameniyê wisa got. Lê ev bang ji bo her kesî ye. Yanî divê em bi van kiryarên xwe ango Kurdên her çar parçeyan, bi taybetî li dervayî welat rola wan hîn girîng e. Kurdên li dervayî welat, yên li Emerîka, yên li Rûsya û Ewropayê divê em nîşanî tevahî dinyayê bikin ku em neteweyek in. Em yek in. Hûn nikarin me derçar bikin. Em li ser axa bav û kalan bi hezar salan li vir dijîn. Hûn nikarin ji bo berjewendiyên xwe vê tune bihesîbinîn. Bi vê çalakbûna xwe xwedî derketina Rojavayê Kurdistanê wek netewe divê raber bikin.

EM DEYNDARÊN WE NE, EM TIŞTA PÊWÎST BIKIN

Gelê me yê Rojavayê Kurdistan, gelê me yê xoşewîst; we welatparêziya xwe bi berxwedana xwe em fêrî gelek tiştan kirin. Bi ruhê xwe yê neteweyî di vê wateyê de em deyndarê we ne. Û divê hûn bizanibin em we tenê nahêlin. Bihayê xwe çi dibe bila bibe, em we tenê nahêlin! Di vê der heqê de wekî ku tevahî gelê Kurd em jî wek tevger çi pêwîst be em ê bikin. Hûn ne tenê ne. Lê belê divê hûn bi xwe bawer bin. Bi şervanên xwe bawer bin. Divê hûn xwe rêxistin bikin. Ne hewce ye pir lezî çêbe. Ango divê hûn xwînsar bin. Rêxistinî bin, rê û rêbazên we divê di cih de bin. Bi vî awayî hûnê bikaribin her cure êrîşan bersiv bidin.

EV 14 ROJIN HUN BERXWEDANEK LEHENGÎ PÊŞ DIXIN

Şervanên QSD’ê yên hêja em dişopînin ev çardeh roj in berxwedaneke qehremanî pêş dixin. Lê komplo mezin e. Û êrîş mezin in. Careke din jî berxwedanek heye. Bersivdayîn heye. Tecrûbeyê wan heye ku hîn zêde bikaribin berxwedanê bilind bikin. Helwesta ku hatiye raber kirin, bi taybet ev rojê dawî fermandariya QSD’ê daxuyanî daye, helwesta ku raber kiriye destnîşan dike ku biryar mîsoger e. Wê ev hêza bikaribe parastina xwe û civaka xwe bike.

WÊ NIHA JÎ BERXWEDANA DÎROKÎ BIKIN

Çawa ku li Kobanê di astekê herî bilind de berxwedanî çêkir, di Kobanê de mal bi mal şer kir, em bawer dikin li ser hîmê tecrûbeyê salan hatiye girtin hêzê YPG, YPJ û QSD’ê niha jî berxwedanek dîrokî li dar bixe. Lê fermandarê hêja, şervanê hêja divê rêbazên tunelan jî baş bikar bînin. Li gorî em dizanin tunel hene. Rêbazên tunel di serdema me de rêbazek li hemberî her cûre êrîş û teknolojî bersiv e. Pisporiya şer de eger ku vana bi kar bînin û car din gelê me niha de derketî kolanan li Rojavayê Kurdistan û wisa bi gel û bi şervanê xwe di vê şewazê sekin û berxwedan û bi piştavaniya tevahî gelê Kurdistanê êrîş çawa dibe bila bibe teqez wê serkeftin a gelê me be. Em bi vê bawer dikin. Gelê me jî divê heya dawî vê bawer bike. Ev keda tê raber kirin, ev cesaret û qehremanî teqez wê encama xwe hebe. Ez ji niha de tevahî gelê me yê ku Rojavayê Kurdistanê re bi dil û can serketinê dixwazim. Her kesî careke din bi rêzdarî û hurmet silav dikim.”