11 malbatên koçber gihîştin Dirbêsiyê

11 malbatên koçber ji bajarên Efrîn û Serê Kaniyê û Girê Spî, ku li Reqa û Tebqayê diman, gihîştin bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê. Meclîsa Bajarê Dirbêsiyê alîkariya mirovî da wan.

11 malbatên koçber gihîştin Dirbêsiyê
11 malbatên koçber gihîştin Dirbêsiyê
11 malbatên koçber gihîştin Dirbêsiyê
11 malbatên koçber gihîştin Dirbêsiyê
11 malbatên koçber gihîştin Dirbêsiyê
20 ÇILE, 2026   09:27
HESEKE

Îro, 11 malbatên koçber, ku ji 73 kesan pêk tên, ji bajarên Reqa û Tebqayê gihîştin Dirbêsiyê.

Malbat ji aliyê Komîteya Awarte ya Meclîsa Bajarê Dirbêsiyê ve hatin pêşwazîkirin û li mizgeftên bajêr stargeh bo wan hat peydakirin.

Meclîsa Bajarê Dirbêsiyê bang li şêniyan û rêxistinên mirovî kir ku alîkariyê bidin malbatên koçber û Mizgefta Hac Sultan wekî xalek berhevkirina alîkariyan destnîşan kir.

(k)