Çeteyan 2 şervanên YPJ`ê  revandin

Çeteyên Hikumeta Demîkî 2 şervanên Yekîneyê Parastina Jin (YPJ), li herêma Dêrazorê revandin. Ev kiriyar bû sedema nerazîbûna raya giştî û jinan.

Çeteyan 2 şervanên YPJ`ê  revandin
20 ÇILE, 2026   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Vîdyoyek ku her du şervanên YPJê piştî revandina wan ji aliyê kirêgirtiyên Hikûmeta Demkî ve nîşan dide, pêlek hêrs û şermezarkirina raya giştî derxist holê.

Çeteyên hikumeta demdî videoyek weşandin ku te xuyan dike çeteyan 2 şervanên YPJ`ê li herêma Dêrazorê revandine, ev kiryar ji hêla raya giştî ve hat şemezrkirin.

Çalakvan, rewşenbîr û rêxistinên mafên jinan revandina 2 şervanên jin şermezar kirin, daxwaza berdana wan û darizandina berpirsiyaran kirin.

Di videoya ku li ser medyaya dijîtal belav bûye de, xuyan dibe ku 2 şervanên YPJ`ê yên bi navê Amara Intiqam û Narîn Axîn li herêma Dêrazorê ji hêla çeteyên himumeta demkî ve hatine revandin.

(k)