Muqaweme Îslamî dîsa êriş bire ser Îsraîlê 

Koma Muqaweme Îslamî ya Iraqê ragihand ku hêzên wan bi rêya balafirek bê mirov a bi çek, êrişî baregehek leşkerî ya dikeve li bakurê Îsraîlê kirine.

Muqaweme Îslamî dîsa êriş bire ser Îsraîlê 
24 cotmeh, 2024   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Muqaweme Îslamî ya Iraqê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya piştgiriya bi gelê Filistîn û Lubnanê de, vê sibehê carek din bi rêya balafirek bê mirov, êrişî baregeha leşkerî ya dikeve li bakurê Îsraîlê kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin êrişa wan gihiştiye armanca xwe, lê di derbarê ziyanan de agahî nehatine standin.