Li 6 navendên Qamişlo şopên êrişan

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarê Qamişlo de 6 navendên xizmetguzarî û hêzên ewlerkariyê hatin bombebarankirin.

Li 6 navendên Qamişlo şopên êrişan
Li 6 navendên Qamişlo şopên êrişan
Li 6 navendên Qamişlo şopên êrişan
Li 6 navendên Qamişlo şopên êrişan
Li 6 navendên Qamişlo şopên êrişan
Li 6 navendên Qamişlo şopên êrişan
Li 6 navendên Qamişlo şopên êrişan
Li 6 navendên Qamişlo şopên êrişan
Li 6 navendên Qamişlo şopên êrişan
Li 6 navendên Qamişlo şopên êrişan
Li 6 navendên Qamişlo şopên êrişan
Li 6 navendên Qamişlo şopên êrişan
Li 6 navendên Qamişlo şopên êrişan
Li 6 navendên Qamişlo şopên êrişan
24 cotmeh, 2024   11:47
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker ji şevê din ve herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên keşfê yên biçek û çekên giran bombebaran dike. Tenê li Qamişloyê 6 navendên xizmetguzarî û hêzên ewlekariyê hatin bombebarankirin. 

Bi roniya rojê re şopên bombebaranê zêdetir hatin xuyakirin.

Di dîmen û wêneyan de ku nûçegîhanên me kişandine, hilweşandina dagirkeran pêk aniye, tê dîtin.

Cîhên ku li Qamişloyê hatine bombebarankirin;

* Saet di 00:56`an de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk Navenda Xelîc a Tenduristiyê bombebaran kir.

* Saet di 01:04`an de balafireke keşfê ya biçek Navenda Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ya li taxa Hilko bombebaran kir.

* 01:04`an de dewleta Tirk derdora depoyên Qamişlo yên li taxa Enteriyê, bi balafireke keşfê ya biçek bombebaran kir.

* Saet di 02:20`an de balafireke bêmirov a biçek navenda Hêzên Ewlekariya Hûndirîn a li taxa Enteriyê bombebaran kir.

* Saet di 02:20`an de derdora Hîzam (rêya hewirdorê) a Qamişloyê bi balafireke keşfê ya biçek bombebaran kir.

* Sibehê saet di 08.15ˈan de stasyonê trênê ya li taxa Suryan a Qamişloyê ji aliyê balafira keşfê ya biçek ve hat bombebarankirin.

ANHA