Hilbijartinên Başûrê Kurdistanê û bersiva Îsraîlê ya li dijî Îranê rojeva rojnameyên erebî ne

Li gorî çapemeniya erebî, dê herêma Federal a Başûrê Kurdistanê, piştî derbaskirina hilbijartinên parlamentoyê, bi ezmûneke mezin a avakirina hikumeteke nû re rû bi rû bimîne.  Rojnameyan aşkera kir ku wezîrê karên derve yê DYAˈyê ji serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu xwest ku êrişa li ser Îranê dereng bixe.

Hilbijartinên Başûrê Kurdistanê û bersiva Îsraîlê ya li dijî Îranê rojeva rojnameyên erebî ne
24 cotmeh, 2024   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro der barê mijara avakirina hikumeta nû ya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê û bersiva Îsraîlê ya li dijî Îranê de nivîsîn.

‘KURDISTANA IRAQÊ JI BO AVAKIRINA HIKUMETEKE NÛ KETIYE PÊŞBERÎ EZMÛNEKE ALOZ’

Rojnameya El Ereb a Londonê diyar kir ku piştî derbaskirina astengiya hilbijartinên parlamentoyê, Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê ketiye pêşberî ezmûneke aloz, ew jî avakirina hikumeteke nû ye li gorî encamên hilbijartinan. Di hilbijartinan de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li hember hevrika xwe Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi ser ket. Avakirina hikumetê jî pêvajoyeke aloz e, dê çarenûsa herêmê destnîşan bike.

Rojnameyê diyar kir ku zehmetiya pêvajoyê ew e ku beşdariya her du partiyan di hikumetê de pêwîst e, tevî îhtîmala ku partiya serketî bi hêzên din ên ku di parlamentoyê de cih digirin re hevalbendiyê bike da ku rêjeya nîv+1 pêk bîne.

Hikumeteke ku YNK tev lê nebe, dê nikare desthilata xwe li ser hemû navçeyên herêmê pêk bîne, bi taybetî herêmên Silêmanî û Helebceyê ku desthilata YNK’ê li wir serwer e û sazî û dezgehên wan deveran kontrol dike û hêzên xwe yên pêşmerge (artêş) û asayîşê (polîs) hene.

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Derdorên siyasî yên Iraqê ditirsin ku partiya Talebanî serhişkiyê bike û pêvajoya avakirina hikumeta nû li herêmê aloz bike. Ango ji bo beşdarbûna hikumetê daxwaza şert û mercên giran û asê bike.

Dîsa li gorî rojnameyê "Egereke din a derve jî heye ku van tirsan rewa dike, ew jî partî û aliyên şîe yên hevalbendên Îranê ne ku li dewleta federal a Iraqê serdest in, ev alî bi xurtî li pişt hevalbendê xwe, Partiya Yekitiya Nîştimanî rawestiyabûn, di wê hêviyê de bûn ku wê partiyê bikin hêza siyasî ya sereke li herêmê da ku cihê Partiya Demokrat bigire.”

‘BLINKEN JI BO BERSIVEKE SEMBOLÎK A LI DIJÊ ÎRANÊ ‘LIHEVKIRINEK’ PÊŞKÊŞÎ ÎSRAÎLÊ KIR: BERSIVÊ DERENG BIXE’

Rojnameya Şerq El Ewsat li ser zimanê çavkaniyên siyasî ji Tel Avîvê diyar kir ku wezîrê karên derve yê DYA’yê Anthony Blinken ji serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu xwestiye ku êrişa li dijî Îranê were derengxistin û Îsraîl li gorî geşedanên li Rojhilata Navîn û helwestên DYA’yê tev bigere.

Blinken nêrîna Washingtonê bi 3 mijarên sereke rave kir: "Derengxistina êrişa li ser Îranê û bi erênî nêzî hewlên çareseriya li Lubnanê bibe û derfeta ku piştî kuştina Sinwar derketiye holê ji dest nede, ji bo bigihêjin lihevkirinek biçûk a agirbesteke kurt ku derî li pêşiya lihevkirineke mezintir veke û şerê li Xezayê rawestîne."

Çavkaniyan da zanîn ku Blinken "mizgîniyek" bi xwe re anî Îsraîlê, ew mizgînî dema ji balefirgeha Ben Gurion derket anî ziman û got: "Dem hatiye ku Îsraîl serkeftina leşkerî ya mezin veguhêze serketinên stratejîk," bi rêya "bidawîkirina şer."

Blinken ji Netanyahu re wiha got: “Te hemû armancên xwe yên leşkerî li Xezayê pêk anîn, Hemasê hêza xwe ya leşkerî ji dest da, Sinwar hat kuştin û piraniya serkirdeyên tevgerê hatin tunekirin, êdî dem hatiye ku ev serkeftin bi serkeftineke demdirêj tacîdar bibe. Ew jî lihevhatineke ji bo berdana rehîneyan û paşê rawestandina şer.”

(k)