Zelensky: DYAˊyê pêşniyar kir ku danûstandin li Miamiyê bin

Serokê Ukraynayê ragihand ku DYAˊyê pêşniyar kir ku danûstandinên şandeyên Ukrayna û Rûsyayê li bajarê Miamiyê yê Amerîkayê bin û gengaz e aliyên Ewropayî jî tev lê bibin.

Zelensky: DYAˊyê pêşniyar kir ku danûstandin li Miamiyê bin
20 kanûn, 2025   18:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya hewlên bidawîkirina şer de, serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêşniyar kir ku danûstandinên şandeyên Ukrayna û Rûsyayê li bajarê Miamiyê yê Amerîkayê bin.

Zelensky anî ziman ku li gorî nas kiriye forma pêşniyarkirî ya ji bo danûstandinan, Ukrayna, Rûsya û Amerîkayê di nava xwe de digire û da zanîn ku dibe ku dewletên Ewropayî jî tev lê bibin.

(ac/fr)

ANHA