Di hilbijartinên hikumeta Şamê de boykot û tevlêbûna kêm

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de hilbijartinên parlamentoyê vê sibehê dest pê kir. Li Siwêdayê hilbijartin hat boykotkirin û li deverên din jî tevlêbûn lawaz e.

Di hilbijartinên hikumeta Şamê de boykot û tevlêbûna kêm
15 tîrmeh 2024   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de hilbijartinên parlamento vê sibehê dest pê kir. Tevlêbûna gel a ji bo hilbijartinan kêm e. Hêzên hikumeta Şamê karmendên saziyên xwe bi zorê dişînin ser sindoqan.

Li Siwêdayê xwepêşandanên li dijî hilbijartinan hene û gelek sindoqên dengan hatin desteserkirin û şikandin.

Li bajarokên Cinêniyê, Milih, Qenewat û Qurba yên Siwêdayî jî xwepêşandêran navendên dengdanê girtin. Li bajarokê Selîm jî sindoq hatin desteserkirin.

Her wiha bi hezaran xwepêşandêr bi banga boykotkirina hilbijartinan ji Qada Fursan ber bi qada Kerama ya naverasta bajarê Siwêdayê ve meşiyan. Xwepêşandêran pankartên "Dengê te rûmeta te ye, dengê xwe bi erzanî nefiroşe", "Cihê çeteyên serdest di îro û siberoja sûriyeyiyan de nîn e", "Biçin" û "Na ji hilbijartinên meclisên pêlîstok re" hildan.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) 13’ê Tîrmehê daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku ew hilbijartinên parlamentoya hikumeta Şamê boykot dike û diyar kiribû ku çareseriya siyasî ya giştî ya li gorî biryara NY’yê ya 2254’an rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê û pêkanîna hêviyên gelê wê ye.

(bb)