MSD: Dagirkeriya Tirk bû sedema êşên mirovî yên mezin

MSDʹê rewşa dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi bîr xist û got di dîroka Sûriyeyê de ew ʹpêvajoyeke biêş eʹ.

MSD: Dagirkeriya Tirk bû sedema êşên mirovî yên mezin
8 cotmeh, 2024   22:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe, 9ʹê Cotmehê salvegera 5ʹan a destpêka êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bajarên Girê Spî û Serêkaniyê ye ku di encamê de hatin dagirkirin.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) der barê vê yekê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û dagirkeriya Tirk şermezar kir û diyar kir ku ewleta Tirk a dagirker êşên mirovî yên mezin pêk anîn.

Naveroka daxuyaniya MSDʹê wiha ye:

"Di salvegera 5ʹan a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de MSDʹê ev yek bi pêvajoya êş a di dîroka Sûriyeyê de bi bîr xist. Vê yekê di krîza Sûriyeyê de pêvajoyeke xeternak çêkir û bû sedema êşên mirovî yên fireh û bandorên siyasî û civakî yên mezin pêk anîn.

Berdewama dagirkirina Tirkiyeyê binpêkirina aşkera ya serweriya Sûriyeyê û qanûna navneteweyî ye. ev dagirkerî bi awayekî aktîv xaka Sûriyeyê parçve dike, rewşa jevkirinê geş dike, her wiha li pêş pêkanîna îstîqrar û aştiyê astengkerê serekê ye. Guhartina demografîk û binpêkirinên berdewam ên mafên mirovan li wan herêman gefan li mozaîka civakî ya Sûriyeyê dixwe û derfetên gihandina çareseriya siyasî ya giştî û mayînde qels dikin.

Em diyar dikin ku divê pêşeroja Sûriyeyê bi vîna gelê Sûriyeyê û armancên rewa werin sazûmankirin û çi lihevkirin an jî peyman werin îmzekirin û tê de rêz ji vê vînê re neyê girtin, ne rewa ne. Em bi pêwîstiya ku biryarên Sûriyeyê tenê di destê Sûriyeyiyan de bin û dûrî destwerdanên derve yan tu wesiyetan bin, bawer in.

Em bang li cıvata navneteweyî dikin ku xwedî li berpirsiyariyên xwe derkevin û dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyeyê re bi dawî bikin, li ser pêkanîna biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî ya 2254ʹan xebateke cidî bidin meşandin. Pêkanîna tevahî bendên vê biryarê rêbaza yekane ya veguhastina siyasî ya rasteqîn e ku aştî, azadî û rûmeta tevahî sûriyeyiyan misoger dike, ye.

Di vê çarçoveyê de em bang li tevahî aliyên Sûriyeyê dikin ku berjewendiyên neteweyî yên bilind pêk bînin û bi hev re ji bo rizgarkirina welat ji dagirkeriyê bixebitin, Sûriyeyek demokratîk û yekgirtî ku rêzê ji pirrengiya neteweyî û olî re digire ava bikin ku tê de mafên hemû pêkhateyên wê bêyî cudahî û dûrxistinê misoger dike.

Em pabendî xurtkirina xebatên ji bo pêşeroja Sûriyeyê ne û hewlên me ji bo pêkanîna nêrîneke neteweyî ku maf û rûmeta tevahî Sûriyeyiyan dewam dikin. Em mezinahiya astengiyên li hember me dizanin, her wiha em bawer in ku pêdiviya guhartina rasteqîn bi hewldanên dewam û hevkariyekê di navbera tevahî aliyên neteweyî de heye. Ji lew re em bangeke durust li tevahî hêzên siyasî û civakî yên Sûriyeyê dikin ku diyalogeke avaker û xebateke hevbeş ber bi çareseriya siyasî ve pêk bînin ku berjewendiyên gelê Sûriyeyê dabîn bike û yekitiya welat û serweriya wê biparêze.

Em hevgirtina xwe ya tam bi keç û xortên herêmên dagirkirî re nû dikin û em pabend in ku bi hemû derfetên xwe, ji bo bidawîkirina vê dagirkeriyê û misogeriya vegera koçberan li warên xwe bi rûmet û ewle, bi kar bînin."