Li dijî Şamê êrişa hewayî: 7 kes hatin kuştin

Avahiyeke li herêma Mezê ya Şamê vê êvarê ji aliyê hewayî ve hat êrişkirin, di encamê de herî kêm 7 kes hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.

Li dijî Şamê êrişa hewayî: 7 kes hatin kuştin
8 cotmeh, 2024   22:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku avahiya ku fermandarên Pasdarên Îranê û Hizbullah diçûnê hat hedefgirtin. Her wiha SOHRʹê da zanîn ku Îsraîlê avahî û erebeya ku li nêzî wê sekinîbû hedef girt.

Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî rejîma Sûriyeyê jî diyar kir ku di êrişê de herî kêm 7 kes hatin kuştin û 11 jî birîndar bûne. Li aliyekî din jî çavkaniyên leşkerî yên Sûriyeyê aşkera kir ku avahiyeke niştecihan li herêma Mezê bi 3 moşekan ku ji aliyê Colanê ve hatine avêtin, hat hedefgirtin.

Li aliyekî din jî dezgehên çapemeniyê yên Îranê diyar kir ku tu endamekî Pasdarên Îranê di êrişa li dijî Mezê de nehatiye hedefgirtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku herêma Mezê li rojavayê Şamê ye û tê de gelek baregehên ewlehî û leşkerî, baregeh û navendên niştecihbûna fermandarên Filistinê û Îranê yên payebilind hene, li aliyekî din jî li wir avahiyên balyozxane û rêxistinên navneteweyî hene.

(fr)