’Pirtûka Çawa Bijîn rêya lêgerîna li azadiyê diyar dike’

Beşdarên xeleka xwendina pirtûka ’Çawa bijîn’ diyar kir pirtûk bersiva gelek pirsan dide û rêya lêgerîna li heqîqet û azadiyê nîşan dide. Her wiha destnîşan kir ku azadiya li gorî pergalên serdest rêbazeke paşguhkirin û înkarkirina rola jinan e.

’Pirtûka Çawa Bijîn rêya lêgerîna li azadiyê  diyar dike’
’Pirtûka Çawa Bijîn rêya lêgerîna li azadiyê  diyar dike’
’Pirtûka Çawa Bijîn rêya lêgerîna li azadiyê  diyar dike’
’Pirtûka Çawa Bijîn rêya lêgerîna li azadiyê  diyar dike’
’Pirtûka Çawa Bijîn rêya lêgerîna li azadiyê  diyar dike’
’Pirtûka Çawa Bijîn rêya lêgerîna li azadiyê  diyar dike’
9 cotmeh, 2024   03:10
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

32 endam û rêveberên jin ên Meclisa Şehîd Rûken Zeredeşt a li taxa Eşrefiyê ya Helebê ji destpêka Hezîranê ve dest bi xwendina pirtûka Rêber Abdullah Ocalan ya ’Çawa bijîn’ kiribûn. Endamên meclisê

Endaman hefteyê du rojan, her rojekê 2 saetan pirtûk dixwendin û nîqaş li ser dimeşandin û di 26’ê Îlonê de xwendina pirtûkê bi dawî kirin.

Jinan bi xwendina pirtûkê hewl didin waneyên ku jê wergirtine di jiyana xwe ya rojane de pêk bînin, bersiva pirsên di serî wan de bibînin, guhertinek bingehîn di kesayeta xwe û civakê de çêbikin û zanebûna xwe pêş bixin da ku karibin civakeke azad ava bikin.

Jina bi navê Sewsen Reşîd ku beşdarî xeleka xwendina pirtûka ’Çawa bijîn’ bibû diyar kir ku di pirtûkên de mijar û xelkên girîng de hene û wiha domand "Heya çi astê azadiya civakan bi azadiya jinan ve girêdayê ye? Û çawa jin dikare cihê xwe de rizgarkirinê de bigire? Bersivên van pirsan di vê pirtûkê de hene."

Sewsen bal kişand ser bandora ku xwendina pirtûkê lê kiriye û got: "Pirtûk têkiliyên seranser û nêzîkatiyên şaş, her wiha maskên pergalên serdest keşif dike. Piştî me pirtûk xwend me mijarên ne zelal û pirsên di serê me de fêm kirin."

Sewsen girîngiya ku divê nêrînên di pirtûkên de li ser erdê werin pêkanîn vegot û wiha domand "Beriya xwendina pirtûkê dîtina me ya ji mijaran re seranser bû. Me her tişt normal didît û ne bizanîbûn me şaştiyên mezin dikirin. Lê niha wekî Rêbertî di pirtûkê de şîret daye; em her tiştî analîz û lêkolîn dikin."

Henîfa Hacî jî destnîşan kir ku wê bersiva pirsên di serî wê de di pirtûka `Çawa bijîn’ de dîtin û ev li gotinên xwe zêde kir "Rola jin çi ye? Şeklê azadiya rasteqîn û durust çawa ye, mijarên ku mirovan pê mezin dike an biçûk dike çi ne? Ev hemû di vê pirtûkê de tên şîrovekirin."

Henîfa îşaret bi vê yekê kir ku jin dikarin xwe pêş bixin û civakên xwe azad bikin û got: "Bi rêya xwe rêxistinkirin, xwe perwerdekirin û redkirina pêkanînên zihniyeta baviksalar ku bi navên cuda li ser jinan dimeşînin, em ê karibin xwe pêş bixin û civakên xwe azad bikin."

Henîfe da zanîn ku "çi kesên xwe bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan perwerde kirine baweriya wan bi wan zêdetir bûye û hêz û îradeya wan xurtir bûye, rihê hevalatiyê li cem wan pêş dikeve. Her wiha  dikarin bi hêza têghiştin û aqil pirsgirêkan çareser bikin û ji berpirsyariyan narevin."

Avesta Kinco jî bal kişand ser rola Rêber Abdullah Ocalan di bihêzkirina jinan li hemberî zehmetî û şikandina û wiha got: "Rêbertî rêya têkoşiya azadiya nîşanî jinan daye. Jinên Kurd bi tiştên ku Rêbertî pêşkêşî wan kiriye bi şans in Rêbertî di wê baweriyê de ye ku jin dikarin hemû astengiyan derbas bikin û li hemberî  hêzên herî xurt rabin."

Avesta diyar kir ku xwendina ramanên Rêbertî rêya yekane ya bidestxistina azadiyê ye û got: "Azadiya li gorî pergalên serdest teşeyek din a înkarkirina heqîqeta jina azad û zane û paşguhkirina rola wan a sereke di rizgarkirina civakan de ye."

(bb)