MPKE’yê li Strasbourgê yê Fransayê êrişên li ser Rojava nîqaş kirin

MPKE'yê, li Strasbourgê êrişên li ser Rojava nîqaş kir. Di rûniştinê de pêşniyara biryarê ya bi jimara 2642 bi piraniya denga hate qebûlkirin; di axaftinan de banga çalakiyên lezgîn ji bo parastina Kurdan û kêmneteweyan derket pêş.

MPKE’yê li Strasbourgê yê Fransayê êrişên li ser Rojava nîqaş kirin
29 ÇILE, 2026   21:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), îro di rûniştina ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê pêk anî de êrişên li ser Rojava nirxandin. Pêşniyara biryarê ya bi sernavê “Li seranserê Rojhilata Navîn krîza siyasî: Pêdiviya parastina mafên mirovan û mafên hemû komên kêmnetewe” ya bi jimara 2642, piştî axaftinan bi piraniya denga hate pejirandin.

Berdevkê Koma UEL ya Fransayê Emmanuel Fernandes, ê ku li ser pêşniyara biryarê axivî, diyar kir ku ev du hefte ne Rojava û projeya wê ya siyasî, ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ya di bin serokatiya Ehmed el-Şera (Ebû Mihemed el-Colanî) de, bi êrişeke leşkerî ya bêhempa re rû bi rû maye. Fernandes destnîşan kir ku ev rewş ji bo mafên gelê Kurd û kêmneteweyên etnîkî û olî gefeke cidî ye.

Fernandes diyar kir ku rêveberiya xweser a li Rojava û Bakurê Sûriyeyê, alternatîfeke demokratîk û nenavendî pêşkêş dike ku roleke navendî dide jin û kêmneteweyan; her wiha anî ziman ku piştî qutbûna danûstandinan tundî zêde bûye. Fernandes destnîşan kir ku Kobanê di bin dorpêçê de ye, xetên av, elektrîk û ragihandinê hatine qutkirin û zêdetirî 250 hezar sivîl di bin rîskê de ne; lewma banga vekirina korîdorên mirovî yên lezgîn kir.

Endama Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Annika Strandhäll jî tekez kir ku divê sûcên li Sûriyeyê bê ceza nemînin û diyar kir ku êrişên li ser civakên Durzî û Elewî metirsiya ku kêmnetewe pê re rû bi rû ne bi eşkereyî nîşan dide.

Strandhall anî ziman ku pêvajoyeke pêkan a veguhastina siyasî divê hemû aliyan di nav xwe de bihewîne û di bin çavdêriya navneteweyî de be.

Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk jî di axaftina xwe de diyar kir ku rewşa li Rojava, li dijî angaştên Ewropayê yên mafên mirovan, demokrasî û serweriya hiqûqê dijberiyeke rasterast e. Ozturk got, "Parastina Rojava, parastina şêweyekî jiyanê yê azad, wekhev û demokratîk e."

Georges Louciades ji Koma UEL ya Qibrisê jî anî ziman ku geşedanên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bûne sedema krîzeke cidî ya mirovî û tekez kir ku divê tu piştgiriya darayî an leşkerî nedin komên cîhadî. Louciades hişyarî da ku Kobanê dîsa di bin dorpêçê de ye û êrîşên li ser binesaziya sivîl dikarin bigihîjin asta sûcên şer.

Parlamentera DEM Partiyê Sevilay Çelenk jî êrîşên ku DAÎŞ'ê berê li Ewropa û herêmê pêk anîne bi bîr xist û diyar kir ku Kurdan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi berdêlên giran rê li ber vê gefê girtine. Çelenk anî ziman ku bêdengiya îro tê wateya tinehesibandina vê rastiyê.

Endama Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Azadeh Rojhan jî banga rawestandina êrîşên hêzên hikûmeta Sûriyeyê yên li ser Kurd û kêmneteweyan, ragihandina agirbesteke lezgîn û ji nû ve destpêkirina pêvajoya diyaloga siyasî kir. Rojhan got, "Bêdengî ne bêalîtî ye, xemsarî ye."