Moskov dê gazê bide Pekînê

Rûsya û Çînê ji bo dirêjkirina boriyên gazê yên “Enerjiya Sîbîrya 2”, “rêkeftineke qanûnî” lihevkirinê îmze kir. Ev lihevkirin, pêşdeçûna hevkariya di navbera her du welatan de di qada enerjiyê de nîşan dide, nemaze ku Moskovê piraniya sûkên ewropî ji dest da.

Moskov dê gazê bide Pekînê
2 îlon, 2025   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî serokê şîrketa Gazprom, Moskov û Pekîn “rêkeftineke qanûnî” ji bo dirêjkirina boriyên gazê yên “xeta enerjiya Sîbîrya 2” îmze kir. Li gorî vê rêkeftinê, Rûsya wê gazê bi miqdarên mezin bide Çînê.

Ev xeta boriyan ku dê di deştên Mangoyayê re derbas bibe, bakurê Çînê bi rojhilatê wê ve girê dide.

Serokê şîrketa Gazprom a rûsyayî Alexei Miller got, her du welat “rêkeftineke qanûnî” ji bo dirêjkirina boriyên gazê yên “Enerjiya Sîbîrya 2” îmze kiriye. 

Li gorî Miller ê ku bi serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn re serdana Pekînê dikin, dê her sal 50 milyar metrekab gaz ji Rûsyayê di Mengolyayê re bigihêje Çînê.

Rûsya hewl dide xisarên xwe dabîn bike piştî ku sûka gazê ya Ewropayê, di encama cezayên ewropî de û xirakirina xetên Nord Streem ên li deryayê Baltîq Îlona 2022`yan, ji dest dabû.

Rûsya her sal di xetên “enerjiya Sîbîrya 1” re ku ji 2019`an ve dixebite, gazê dide Çînê.

(şx)