TEV – ÇAND: Dilê çandî yê Şoreşa Rojava – MEHEMED FARÛQ

TEV – ÇAND: Dilê çandî yê Şoreşa Rojava – MEHEMED FARÛQ
3 îlon, 2025   06:25

Li xaka Rojava ya bi bereket tenê berxwedaneke siyasî û leşkerî pêş neket, di heman demê de deriyê bîra (hiş) gel hate vekirin, li ser dil û zimanê gel şoreşekê zîl da. Ji ber ku şoreş beriya her tiştî karê ruhî ye; di dilan de dizê, bi sitranan tê ziman, di wêneyan de têşe dibîne û bi helbestan bêdawî dibe. Di Heqîqeta ku li Rojava tê jiyan kirin de diyar dibe ku şoreş ne tenê guhertineke siyasî û deshilatdariyê ye, di heman demê de ji nû ve avabûnek çandî ye jî. Bêhna ji nû ve avabûna rêxistinkirî ya li Rojava TEV – ÇAND e. 

TEV – ÇAND wek tevgereke çandî ya ku hemû baskên hunerê hembêz dike di dilê şoreşê de diavêje. Bi pêşengtiya wê dikên şanoyê êş û hêviyên gel anîne  ziman, di perdeya sînemayê de çîrokên gund, jin û zarokan deng vedaye, dengê qedîm ên dengbêjan car din di hafizaya gel de olan daye. Tîmên folklorê dîlanên hezar salan ên Mezopotamyayê ji nû ve zindî kirine, di atolyeyên wêjeyê de navên şehîdan di helbestan de hatine xêz kirin, tekoşîna jinan destanî buye. TEV – ÇAND di Rojava de orkestrayeke mezin a ku her teşeya hunerê rêxistin dike, berxwedanê vedigerîne estetîkê û estetîkê jî dizvirîne înşaya civakî.

Di nava vê orkestrayê de dengekî taybet heye: Hunergeha Welat. Ew damareke herî xweser a ku di bedena TEV – ÇAND a Rojava de diherike ye. Ev sazî bi xebatên xwe yên muzîk û klîban melodiya şoreşê çêdike. Bîranînên şehîdan vediguherîne awazan, xwestekên gel vedigerîne ritîman û serhildana jinan jî di stranan de tîne ziman. Berhemên ku ew dihilberîne ne tenê karê hunerê ne, di heman demê de wekî dibistaneke ku gel perwerde dike ye. Her afirandinên wê, hevpeymana civakî ya êşa gel vedigerîne berxwedanê û hêviyê jî vedigerîne azadiyê ye. Xweseriya Hunergeha Welat di nav mezinahiya yekîtiya TEV – ÇAND’ê de zêdetir diteyîse. Ji ber ku ew wek avekê diherike û bi şano, sînema, helbest û folklorê re dibe yek; bi vî awayî cîhana yekbuyî ya çandî ya Rojava diafirîne. 

Wek Antonio Gramsci jî dibêje, ‘’Her şoreş beriya her tiştî şoreşeke çandî ye, ji ber ku eger şoreş di hişmendiyê de pêk neyên, mayînde nabin.’’ Şoreşa Rojava vê heqîqetê di hebûna xwe de rasteqîn dike. Ger ku şoreş bi sitran, helbest û şanoyan tacîdar nebe, ew şoreş mehkumî kêm mayinê ye. Gotinên Rêber Apo vê heqîqetê temam dikin: ‘’Azadiya miletekê encax bi avakirina hebuna wê ya çandî re mumkun e. Çand hem hişmendî, hem jî pêşeroja civakê ye’’

Ji ber vê yekê Rojava çand tenê xemil nîne, bingeha ontolojîk a şoreşê ye. 

Dîrokê daye nîşandan ku dema lingê çandî yê şoreşan kêm dimînin, ew şoreş an ditefin an jî ji aliye hêzên cuda ve tên dejenere kirin. Şoreşa Fransayê ya ku cîhana estetîk bi ruhê gel temam nekir û zextên Sovyetê yên li ser hunerê mînakên vê yên herî berbiçav in. Lê belê Rojava vê xetayê dubare nake. TEV – ÇAND bi her aliyê hunerê ve berheman derdixe holê û bi vê yekê hafizaya gel ji nû ve ava dike, avabûna civakê mayînde dike.

Gotina Walter Benjamîn a wekî ,‘’Her berhemeke çandî di heman demê de vesîqeyeke barbariyê ye’’ ji bo pergala sermayedar derbasdar bû. Ji ber ku pergala sermayedar a modern huner kiribû meta û ruhê wê pêşkêşî bazarê kiriye. Lê di Rojava de hunera ku TEV – ÇAND rêxistin dike, şahidiya barbariyê nake, şahidîya azadiyê dike. Ev huner malê bazarê nîn e, malê gel e. Ya pergala sermayedar nîn e, dengê lêgerîna azadiyê ye. Ew şanoya ku li vê derê tê afirandin ji bo firotina li markêtekî nîn e, ji bo ku li qadên gundan xîtabî dilê gel bike tê afirandin. Stranek tenê ji bo guhdarkirinê na, ji bo şiyarkirina hafizaya hevpar a gel tê gotin. 

Gotina Che Guevara ya, ‘’Şoreş helbest e, nivîskarê wê jî gel e’’ li Rojava gihîştiye heqîqeta xwe. Ji ber ku ji aliyê gel ve tê nivîsandin: Bi dengê dengbêjên jin, wêneyên zarokan, melodiyên ciwanan û şanoyên ku navên şehîdan rakirine… û bi  pênûsa vê helbestê jî TEV – ÇAND e. Gotina Ernest Bloch a ku ‘’Huner, xeyala tişta ku hin nehatiye pêkanîn dike’’ jî li Rojava diteyîse. Hunermendên TEV – ÇAND’ê pêşeroja azad xeyal dikin; di sitranan de roja aşitiyê, wêneyan de nêrînên azad yên jinê, şanoyan de xwîşk û biratiya gelan pêşkêş dikin.

Gotina Frantz Fanon a ‘’Tekoşîneke bê çand wek dareke bê kok e’’ di şoreşa Rojava de bûye heqîqeteke zindî. Ji ber ku TEV – ÇAND’ê rehên vê tekoşînê bi dîrok, çîrok, stran û denbêjiyên gel ve girê daye. Ev reh şoreşê tenê bi îro ve girê nade, bi pêşerojê ve jî girê dide. Nifşên pêşerojê dê şoreşê tenê di pirtûkan de na, ji wene, stran û fîlman jî fêr bibin. 

Wekî ku Rêber Apo dibêje, ‘’Huner bêhna jiyana azad e’’, ger bêhn nebe jiyan jî nabe.  TEV – ÇAND ji şoreşa Rojava re dibe bêhn, rihê wê nû dike, wek herikandina damareke çandî ya dayîna jiyan kirina pêşerojê ye. Di nava vê damarê de Hunergeha Welat, dengê herî taybet a ku melodiya şoreşê vedibêje ye. 

Her şoreş mecbur e ku helbest, estetîk û hafizaya xwe biafirîne. Şoreşa Rojava bi saya TEV – ÇAND’ê vê mecbûriyetê pêk tîne. Her berhemên ku di vir de çêdibin, tenê berhemên hunerê nîn in, di heman demê de wesîqeyeke berxwedanê, bangeke azadiyê ne. TEV – ÇAND dilê şoreşê ya çandî ye. Hunergeha Welat jî damara herî xweser a ku di vî dilî de lê dide ye. Ji ber vê yekê serkeftina şoreşa Rojava, tenê di eniyan de na; di sitranan, fîlman, helbestan û şanoyan de tê serxistin. Û ev serkeftin ji ber ku bi pênûsa gel tê nivîsandin, dê tu demê neyê jêbirin.