Peymana Helebê 77 caran hat binpêkirin

Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyeyê heta niha 77 caran xalên Peymana 1’ê Nîsanê ya ku bi Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re hatiye îmzekirin, binpê kiriye.

Peymana Helebê 77 caran hat binpêkirin
Peymana Helebê 77 caran hat binpêkirin
Peymana Helebê 77 caran hat binpêkirin
Peymana Helebê 77 caran hat binpêkirin
Peymana Helebê 77 caran hat binpêkirin
Peymana Helebê 77 caran hat binpêkirin
Peymana Helebê 77 caran hat binpêkirin
Peymana Helebê 77 caran hat binpêkirin
Peymana Helebê 77 caran hat binpêkirin
Peymana Helebê 77 caran hat binpêkirin
Peymana Helebê 77 caran hat binpêkirin
Peymana Helebê 77 caran hat binpêkirin
Peymana Helebê 77 caran hat binpêkirin
Peymana Helebê 77 caran hat binpêkirin
Peymana Helebê 77 caran hat binpêkirin
3 îlon, 2025   02:35
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Wekî yek ji berhemên pêşîn ên peymana ku di 10`ê Adara îsal de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de hatiye îmzekirin, di 1`ê Nîsanê de peymanek ku 14 xalan pêk tê hate ragihandin. Peyman di navbera Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd-Eşrefiyê û nûnerên hikûmeta veguhêz li Helebê de hate îmzekirin.

Li gorî çavdêriyên nûçegihanên me, ev peyman heta niha zêdetirî 77 caran ji hêla himûmeta veguhêz ve hatiye binpêkirin.

Di nav binpêkirinan de bûyerên revandin, dorpêçkirinên demkî, karanîna dronên xwekuj, û êrişa ser xalên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Her wha anîna hêzan, bilindkirina çeperan, û bikaraîna zarokan ji bo berhevkirina agahiyên îstîxbaratê yên ne rewa.

LI ŞÛNA PARASTINÊ REVANDIN

Li gorî  belgeyên ajansa me, di navbera 1`ê Nîsanê û 1`ê Îlonê de, ango pênc meh piştî peymanê, bi dehan kes hatine revandin. Me navê 18 kesan ji wan belge kirin, ku yek ji wan bû sedema mirina Fîras Farûk Bozan (39 salî), piştî revandina wî bi 40 rojan

Çarenûsa piraniya sivîlên ku dema ku diçûn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bajarê Efrîn, an herêmên din ên Sûriyeyê, hatin revandin, hîn ne diyar e. Ev kiryar du xalên sereke yên peymana îmzekirî binpê dike, ango xalên (3) û (8). Li gorî xalan (8) divê tevgera şêniyan di navbera her du taxan de asayî be. Li gorî xala (3) jî Wezareta Karên Hundir û Hêzên Ewlekariya Hun

Di xala (12) de ahtiye destnîşankirin ku divê "zindan ji hêla her du aliyan ve li Parêzgeha Helebê werin valakirin û hemî girtiyên ku piştî rizgarkirinê hatine girtin werin guhertin.

KOMKIRINA HÊZAN Û FIRANDINA DRONÊN BIÇEK

Ji dema ku peyman hatiye imzekirin ve, nûçegihanên me 32 firînên dronên li ser her du taxan şopandine. Li gorî Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di bûyerekê de, çekdarên hikûmeta veguhêz dronek li xalek wan dronek teqandin, encamê de du endamên hêzên wan, ku parastina her du dikrin, birîndar bûn. Hikûmeta Veguhêz 18 xalên kontrolê yên leşkerî li dezgehên sivîl ên girîng, wekî nexweşxane û dibistanên li dora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, ava kir. Weke Nexweşxaneya Taybet a Sûrî-Fransî, Dibistana El Kelima, Dibistana Ebdulletîf Na'na', Dibistana Îskenderon, Nexweşxaneya Astoriyan, Mizgefta Îbrahîm bin Edhem, û avahiya Rêveberiya Çandiniyê ya Helebê.

Her wiha çeperên li nêzîkî dezgeha El Celaa bilind kirin, û li heman deverê xaleke kontrolê ya nehevbeş hate danîn, ku tevgera şêniyan asteng dike, ev xal li gorî peymanê  xaleke kontrolê ya bêdestûr e.

Li gorî belgeyên ajansa me 6 zarok ji hêla hêzên Hikûmeta Veguhêz ve hatine bikaranîn ji bo berhevkirina agahiyan li ser xalên kontrolê yên Ewlekariya Hundir'n li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê.

Xala (5) jî hate binpêkirin. Li gorî wê xalê divê "çeperên axê ji rêyên giştî werin rakirin."

Her wiha xala (4) hat binpêkirin, li gorî wê xalê divê rewşa çekdarbûnê li taxên nemeîne û çek tenê di destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bimîne.

AMBARGOYA SOTEMENIYÊ

Li gorî dane û agahiyên saziyên têkildar ên fermî, wek Komîteya Sotemeniyê ya li taxa Şêx Meqsûd, û li gorî şopandina tevgera trafîkê ber bi her du taxan ve, hat dîtin ku du şêweyên ambargoyê tê ferzkirin, yek demkî ye ya din jî dokdar e. Di çarçoveya vê ambargoyê de sotemnî ji taxan hat qutkirin.

Di her du rewşan de, hêzên hikûmeta veguhêz rê li ber derbasbûna tankerên sotemeniyê yên ji bo taxan girt. Ev sotemenî ji bo peydakirina elektrîkê, karkirina firnan û elektrîka nexweşxaneyan pir girîng e.

HIKÛMETA VEGUHÊZ ERKÊN XWE PEYMANÊ DE BICÎH NEANIYE

Li gorî van agahyan hikûmeta veguhêz, bi kiryarên xwe, şeş xalên peymaê binpê kiriye û pênc meh piştî îmzekirina peymanê bi xalên mayî re mijûl nebûye.

Lê li aliyê din, Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê pabend bû ku hemû xalên peymanê bi bicîh bîne. lewma di roja yek de dest bi berdana girtiyan kir, li gorî xala 12`an. Her wiha li gorî xala 6`an, û li gorî xalan 5`an jî çeperên axê rakirin.

KÎJAN XAL MANE

7- Li taxa Eşrefiyê û li taxa Şêxmeqsûd 2 navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn tên vekirin.

Di vî warî de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê diyar kirin ku wan ji bo parastina ewlehî û aramiya şêniyên taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ji her xetereyê, erkên hêzên leşkerî girtine ser xwe.

10- Ji bo pêkanîna vê lihevkirinê komîte di herdu taxan de tên avakirin.

 Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku wan, ji aliyê xwe ve, ji bo avakirina van komîteyan xebitîne, li benda aliyê din in.

11- Hemû saziyên sivîl ên herdu taxan bi koordîneya bi saziyên sivîl ên din re dixebitin û bê ku cudahiyê bixin navbera taxên bajarê Helebê, alîkariyê didin saziyên din, ew jî bi rêya herdu şaxên şaredariyê yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

Çend civîn di navbera Şaredariya Gel a her du taxan û Meclîsa Bajarê Helebê de hatine lidarxistin, lê Meclisa Bajarê Helebê heta dema nivîsandina vê raporê ji bilî hin xizmetên biçûk, wekî xizmetên agirkujiyê û tamîrkirina hin xetên elektrîkê, ti xizmet ji şêniyên her du taxan re peyda nekiriye.

DESTWERDANÊN DERVE HEVPEYMANÊ ASTENG DIKIN

Çavkaniyek taybet ji Meclîsa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji nûçegihanê ajansa me re diyar kir ku civînên destpêkê yên bi hikûmeta veguhêz re di derbarê mijarên xizmetguzariyê de erênî bûn. Lêbelê, di civînên dawiyê de helwestên aliyê din hat guhertn, ev jî nîşan dide ku destwerdanên derve hevpeymanê asteng dikin

Çavkaniyê da zanîn ku ew bi biryar in û amade ne ku hemû  bendên peymanê pêk bînin. Lêbelê, hin welatên ku destwerdana karûbarên Sûriyeyê dikin, di serî Tirkiyê, hewl didin ku peymanê asteng bikin.

(k) 

ANHA