Ji bo gerîlayê HPG’ê Yilmaz Ereb merasîma sersaxiyê

Li Reqayê ji bo gerîlayê HPG’ê şehîd Yilmaz Ereb (Hesen Mihemed Îbrahîm) taziye hat qebûlkirin.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Yilmaz Ereb merasîma sersaxiyê
Ji bo gerîlayê HPG’ê Yilmaz Ereb merasîma sersaxiyê
Ji bo gerîlayê HPG’ê Yilmaz Ereb merasîma sersaxiyê
Ji bo gerîlayê HPG’ê Yilmaz Ereb merasîma sersaxiyê
Ji bo gerîlayê HPG’ê Yilmaz Ereb merasîma sersaxiyê
Ji bo gerîlayê HPG’ê Yilmaz Ereb merasîma sersaxiyê
23 kanûn, 2025   13:24
REQA

Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî çûn taziyeya gerîlayê HPG’ê Yilmaz Ereb (Hesen Mihemed Îbrahîm) ku 30’ê Mijdara 2023’yan de li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Di bin konê sersaxiyê de merasîmek pêk hat. Di merasîmê de piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê Ehmed El Şêx sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîd ne navek ji rêzê ye, lê dengê ku ji bo azadî û rûmetê bilind dibe. Şehîdan em hîn kirin ku rûmet nayê firotin û bêyî berdêlên giran welat nayên rizgarkirin."

Ehmed El Şêx bi domdarî got: "Peyv li hemberî mezinbûna keda we nin in. Em soz didin we ku wê xwîna we vala neçe.”

Endama Meclisa Leşkerî ya Reqayê Retîba El Mihemed jî destnîşan kir ku “şehîdan bi xwîna xwe ya pak wateyên mezin ên lehengî û fedatiyê nîşan dan û gihaştin mertebeya bilind a li cem Xweda”.

Retîba El Mihemed anî ziman ku şehîd nayên jibîrkirin, lê bîranînên di nava nifşan de zindî dimînin û got: "Bi navê QSD’ê em soz didin şehîdên xwe ku em ê rêya wan a parastina erd, gelê xwe û rûmeta wê temam bikin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameya şehîd Yilmaz hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Merasîm bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

(b)

ANHA