Mîrê Kuwêtê jiyana xwe ji dest da

Mîrê dewleta Kuwêtê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Mîrê Kuwêtê jiyana xwe ji dest da
16 kanûn, 2023   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîwana Mîrê Kuwêtê ragihand ku mîrê dewleta Kuwêtê Şêx Newaf El Ehmed El Cabir El Sebah ku beriya 2 hefteyan nexweş ketibû û tedawî dibû, di temenê xwe yê 86 salî de jiyana xwe ji dest da.

Emîrê Kuwêtê Şêx Newaf El Ehmed El Cabir, mîrê Kuwêtê di Mijdara 2021′ê welîehd ji bo hin erkên destûrî yên emîrê Kuwêtê erkdar kiribû.

(bb)