Li Reqayê serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin

Di operasyoneke QSD′ê ya li Reqayê de serçeteyekî DAIŞ′ê hate girtin.

Li Reqayê serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin
16 kanûn, 2023   14:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand di 14′ê Kanûnê de bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî operasyonek li dar xistine û serçeteyekî DAIŞ′ê girtiye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku serçeteyê hatiye girtin, bi navê Ebdulbasilt El Hecî ye û yek ji plangerên êrişan e.

Hate ragihandin ku li gel serçete hejmareke telefonên destan û belge jî hatine desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê, QSD′ê çalakiyên xwe yên ewlehiyê li dijî baregeh û şaneyên çeteyên DAIŞ′ê zêde kirine û di encamê de bi dehan çete girtine.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên me dê çalakiyên xwe li dijî rêxistina terorîst dewam bike ta xetereya wan bi temamî were rakirin û jêderên wan werin zuhakirin."

(bb)