Şehîdên tevgera ciwanan hatin bibîranîn

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Kobanê şehîd bûbûn, di salvegera şehadeta xwe ya duyemîn de hatin bibîranîn.

Şehîdên tevgera ciwanan hatin bibîranîn
Şehîdên tevgera ciwanan hatin bibîranîn
Şehîdên tevgera ciwanan hatin bibîranîn
Şehîdên tevgera ciwanan hatin bibîranîn
Şehîdên tevgera ciwanan hatin bibîranîn
16 kanûn, 2023   13:32
KOBANÊ

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan; Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan û Rojîn Ehmed Îsa û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Welîd Mihemed Menal, Murhef Xelîl Îbrahîm û Mesûd Îbrahîm 2 sal beriya niha di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî navenda wan a li Kobanê de şehîd bûbûn.

Bi boneya salvegera duyemîn a şehadeta wan, Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê merasîmek li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan li dar xist.

Bi dehan malbat û hevreyên şehîdan, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de mûm hatin pêxistin. Piştre rêvebera Ofîsa Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê Jîn Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbatê şehîdan re xwest, her wiha da zanîn ku wan her 6 hevalan ji bo azadiya gelê xwe her tim di rêya azadiyê de meşiyan û ala serkeftinê hildan.

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser jiyan û xebatên her şeş şehîdan hat pêşandan.

(sş)

ANHA