Gundewarên Heleb û Idlibê hatin topbarankirin

Hêzên hikumeta Şamê gund û bajarokên Idlib û Helebê topbaran kirin. Her wiha li gundewarên Helebê bi sekvanekî çeteyên dewleta Tirk dagirker endamekî hêzên hikumeta Şamê kuşt.

Gundewarên Heleb û Idlibê hatin topbarankirin
4 kanûn 2023   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hikumeta Şamê bi çekên giran derdora bajarokê Marat El Nasan ê li bakurê Idlibê û derdora gundê Kefer Noran ê rojavayê Helebê topbaran kirine.

Her wiha endamekî hêzên hikumeta Şamê yê li eniya Foca 46`an a rojavayê Helebê bi guleya sekvanekî çeteyên Tehrîr El Şamê ve hatiye kuştin.

Bi vê daneyê re hejmara kesên di êrişên li ser “herêma bêçek” de ji destpêka 2023`yan ve di 425 êrişên cuda de hatine kuştin, gihaşt 610 kesan. Her wiha di wan êrişan de zêdetirî 265 endamên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk, 210 welatî birîndar bûne. Di nava wan de 46 zarok hene.

(şx)