Mihyedîn Şêx Alî: Divê Birêz Ocalan karibe raste rast bi her kesî re biaxive

Sekreterê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê Mihyedîn Şêx Alî diyar kir ku dewleta Tirk heta niha bersiva ku tê xwestin nedaye û got “Dewleta Tirk di meseleyên gavavêtinê û rakirina tecrîdê de hîn dudilî ye. Divê rê bê dayîn ku Birêz Ocalan bi xelkê, siyasetmedar û parlementerên li Tirkiyeyê re raste rast biaxive”

Mihyedîn Şêx Alî: Divê Birêz Ocalan karibe raste rast bi her kesî re biaxive
11 ÇILE, 2026   04:05
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Mihyedîn Şêx Alî derbarê pêvajoya `Aştî û Civaka Demokratîk`, bandora pêvajoyê ya li ser herêmê, destwerdanên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyeyê de ji ANHA`yê re axivî.

Mihyedîn Şêx Alî qonaxa destpêkê ya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bi bîr xist û diyar kir ku pêvajoyê di nava gel hemû hêz û tevgerên seranserî Tirkiyeyê û Kurdistanê deng vedaye. Şêx Alî got: “Bi pêvajoyê re Birêz Abdullah Ocalan û PKK`ê bi kongreyekê dest ji têkoşîna çekdarî berdan. Wek peyameke ber bi çav nimûneyên vê biryarê jî pêşkêş kirin.”

Mihyedîn Şêx Alî da zanîn ku bi çûn û hatina Îmraliyê re rûpeleke nû vebûye û wiha dom kir: “Vê gavê li seranserî Tirkiyeyê, ji Stanbolê heta Qilaban, ji Dêrsim û Amedê heta Hekarî (Colemêrg) atmosfereke erênî ava kir. Cara yekemîn e ku projeya aştiyê ev qas deng vedaye. Ev dê ji bo Sûriye û Iraqê bibe fakutorek girîng.”

‘DEWLETA TIRK DI MESELEYÊN GAVAVÊTINÊ Û RAKIRINA TECRÎDÊ DE DUDILÎ YE’

Mihyedîn Şêx Alî destnîşan kir dewleta Tirk di mijara gavavêtinê de wekî dudilî xuya dike, heta niha bersiva ku tê xwest nedaye û ev tişt anîn ziman: “Wek mînak diviyabû birêz Selahedîn Demrtaş ji duh ve hatibûya berdan. Rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan mijarek e, divê rê bidana wî ku karibe serbest biaxive, ne di bin kontrol û filterê de be. Pêwîste her partiyek û siyasetmedarek li gor xwe peyv û mesajên Birêz Ocalan şîrove neke û ew li paş deriyê hesin nemîne. Heta niha dewleta Tirk di mijara rakirina tecrîdê de jî dudilî ye.”

‘PARLEMAN ÇÛ ÎMRALIYÊ LÊ EW MESAJ TÊRÊ NAKE`

Di berdewamiya axaftina xwe de Mihyedîn Şêx Alî, bi gotina; “Ji bo ku pêvajo berdewam bike, xwedî berhem be û têkeve xizmeta civakê, divê Birêz Abdullah Ocalan ji bo pêşeroja Tirkiyeyê, rewş û pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê weke muxatebê sereke bê  dîtin” bal kişand ser rola Rêber Abdullah Ocalan.

Şêx Alî têkildarî mijarê nirxandinên xwe wiha domandin: “Pêwîste Birêz Abdullah Ocalan bê serbestkirin û parastin, rê bidin ku bi xelkê, siyasetmedar û parlementerên li Tirkiyeyê re raste rast biaxive. Gotubêjên ku dê Birêz Ocalan were parlamentoryê û bi axive, bû navnîşaneke sereke di ragihandina Tirkiyeyê de, lê ev yek pêk nehat, derengî ket. Parlamantoya Tirkiyeyê di nava xwe de biryara xwe da, komîteyek ji hemû partiyan ava kir, di dawiyê de li ser navê parlamentoyê çû Îmraliyê. Li şûna ku Birêz Ocalan here parlamentoyê, parlamen çû Îmraliyê. Ew jî baş e, lê ew mesaj têrî nake. Bi vî awayî pêvajo kete rewşek erênî, rê li ber nêrînan vebû, îro qada siyasî, ragihandin û fikirê li Tirkiyeyê bilind û zengîn dibe.”

‘PÊŞINYAR WERIN ZENGÎNGKIRIN, DÊ LÊVEGEREK JI BO DESTÛRÊ ÇÊBIBE’

Mihyedîn Şêx Alî diyar kir ku pêvajo çi qasî bidome û pêşinyar werin zengînkirin, dê di dawiyê de ji bo destûra Tirkiyeyê lêvegereke çêbibe û destûr were nûkirin. Bi vî rengî wê di destûrê de jî were pejirandin ku Tirkiye cumhûriyet e, Kurd û Tirk li ser axa xwe ne, Kurd jî miletek in, zimanê Kurdî jî li kêlek zimanê Tirkî fermî ye û dibe zimanê perwerdeyê.

Şêx Alî anî ziman ku gavên wiha dikevin xizmeta pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, parastin û pêşketina Tirkiyeyê jî û got: “Yanî meseleya înkara hebûna Kurdan ji holê radibe. Heta niha di warê fermî de Kurd tune ne, heta ku di destûra Tirkiyeyê de neyê pejirandin û bi zimanê Kurdî bi nav nebe, dê Tirkiye tim û tim di vê astengiyê de be.”

‘DEWLETA TIRK DI NAVBERÊ DE MAYE’

Sekreterê Partiya Yekîtî, meşa dewleta Tirk a di pêvajoyê de weke `meşa Kûsiyan` bi nav kir û wiha pê de çû: “Ev sed sal in ne Kurd, ne jî Tirk xelas dibin. Bi şîdet û kuştinê meseleya Kurdî çareser nabe. Xuyaye Tirkiye li hemberî çareserkirina pirsa Kurd heta niha xwe bêçare dibîne, ne bi çek û bombebaranê çareser dibe, ne jî dikare bi şêweyê aştiyane çareser bike. Niha dewleta Tirk di vê navberê de maye. Texmîn dikim ku hemû hêzên aştîxwaz û demokrat ên li Tirkiye û derveyî wê, yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Yekîtiya Ewropayê, Amerîka, Mosko piştgiriyê didin ku Tirkiye li ser lingan bimîne. Heke meseleya Kurd çareser nebe, Tirkiye dê weke kulek, biçavekî û birîndar bimîne.”

(a)

ANHA