Çete bi rêbazên Tirkiyê şer dikin

Sûcê ku vê dawiyê ji aliyê çeteyên hikûmeta Demkî li Helebê hatiye kirin ne bûyerek tenê bû, lê belê berdewamiya rêbazek xwînî bû ku wan bi dehan salan ji polîtîkayên Enqerê fêr bûne. Çawa ku dewleta Tirkiyeyê ji salên 1990'î vir ve li çiyayên Kurdistanê cenazeyên gerîlayên jin parçe parçe dikir, niha jî çeteyên wê heman taktîkê bi parçe parçekirina cenazeyê endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dubare dikin, di dîmenek ku bi vîdyoyê hatiye belgekirin û bûye sedema hêrs û şermezariyeke berfireh.

Çete bi rêbazên Tirkiyê şer dikin
11 ÇILE, 2026   05:35
NAVENDA NÛÇEYAN
YARA MIHEMED

Dîmenê avêtina cenazeyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê ji avahiyê ku ji aliyê çeteyên hikûmeta Demkî ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, hate belavkirin, hêrseke mezin çêkir û ev yek hate şermezarkirin. 

Di dîmen de ku li ser meyda civakî hate belavkirin hijmarek çete bi gotina ''Elah Ekber'' ''Ji jor ve bavêj'' hate gotin û herî dawî çeteyekî meytê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku nasnameya wê nehate zanîn ji avahiyê avêtin, dengvedanek di nava raya giştî de çêkir.

Ev sûc hemû rêze sûcên beriya niha ku li dijî jinan çi şervan be çi jî jineke siyasî be dûbar kir ku beriya niha bi dîmen hate belgekirin.

Di şerê 2018'an li Efrînê de gelek dîmin ku yek ji wan yê şervana YPJ'ê Barîn Kobanê bû sûcê li ser meytan hate belgekirin û bi awayekî berfireh hate şermezarkirin.

Her wiha piştî wê di 2019'an çeteyan sûc li dijî meytê şervana YPJ'ê Amara Rênas ku li gundê El Celbiya başûrê Kobanê di çarçoveya şerê parastina rewa de şehîd bû, hat kirin.

Ev sûc di êrişên sala 2019'an de jî dubare bûn, dema ku çeteyên koma "Ehrar El Şerqiye", Sekretera Giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remezan, li ser rêya navneteweyî ya M4 armanc girtin, ev sûc bû sedema nerazîbûna navneteweyî. Piştre çeteyan vîdyoyek belav kirin ku tê de cenazeyê Xelef belge dikir, dîmenek ku li herêmê û navneteweyî bi berfirehî hate şermezarkirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev polîtîka ne nû ne; dewleta Tirk ji salên 1990'î vir ve heman rêbazê di armancgirtina jinan de dişopîne, ji ber ku heman rêbaz li çiyayên Kurdistanê li himber cenazeyên gerîlayên jin kirin, gelek vîdyo ji deverên wekî Mûş û Şirnexê yên bakurê Kurdistanê derketine holê.

Ji salên 1990'î heta îro, tawan li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewam dikin, wekî berdewamiya dagirkeriya Tirkiyê û komên wê yên çete ku armanc dikin îradeya jinên Kurd wekî sembola têkoşîn û azadiyê bişkînin.

Êrişkirin meytên jinan zîhniyetekê nîşan dide ku jinên bihêz û pêşeng wekî gef li ser domandina hebûna xwe dibîne, her çend ew şehîdek be jî tirsê di dilê wan de çêdike.

Ji bakurê Kurdistanê heta Efrîn, heta bi Kobanê û Şêxmeqsûd, jin hîn jî ronîya aştî û azadiyê ne, di rûberûbûna dagirkerî û polîtîkayên mêtinger de di gihêştina armanca gelê xwe de amade ne.

(ac)

ANHA