ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-01-2026
11 ÇILE, 2026   02:00

Sekreterê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê Mihyedîn Şêx Alî diyar kir ku dewleta Tirk heta niha bersiva ku tê xwestin nedaye û got “Dewleta Tirk di meseleyên gavavêtinê û rakirina tecrîdê de hîn dudilî ye. Divê rê bê dayîn ku Birêz Ocalan bi xelkê, siyasetmedar û parlementerên li Tirkiyeyê re raste rast biaxive” BI WÊNE Û DÎMEN

Malbatên 3 şehîdên ji bajarê Kobanê diyar kir ku zarokên wan ji bo parastina av û enerjiya xwe berê xwe da Bendava Tişrînê û got “Bi xwîna şehîdên me bendav bi ser ket.” BI WÊNE Û DÎMEN

Sûcê ku vê dawiyê ji aliyê çeteyên hikûmeta Demkî li Helebê hatiye kirin ne bûyerek tenê bû, lê belê berdewamiya rêbazek xwînî bû ku wan bi dehan salan ji polîtîkayên Enqerê fêr bûne. Çawa ku dewleta Tirkiyeyê ji salên 1990'î vir ve li çiyayên Kurdistanê cenazeyên gerîlayên jin parçe parçe dikir, niha jî çeteyên wê heman taktîkê bi parçe parçekirina cenazeyê endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dubare dikin, di dîmenek ku bi vîdyoyê hatiye belgekirin û bûye sedema hêrs û şermezariyeke berfireh. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajar û kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dê ji bo şermezkirina êrişên çeteyên kikumeta demkî li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêde û piştgiriya berxwedana gel, çalakî werin lidarxistin. BI WÊNE Û DÎMEN