Mîhrîcana Xabûr çandên pêkhateyan nîşan dan
Mîhrîcana Xabûr a li Hesekê hatî lidarxistin, pirengiya çand û hunerî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan da. Beşdaran gotin dê jiyana hevbeş a li herêmê biparêzin.
Mîhrîcana Xabûr a Çand û Hunerê ji aliyê rêxistin û saziyên civaka sivîl ên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hejmareke saziyên çandê ve li hola Marbela ya li bajarê Hesekê hat lidarxistin. Bi dehan endamên saziyên sivîl, kesayetên çandî, olî û hezkiriyên çand û hunerê beşdar bûn.
Di destpêkê de sazî û rêxistinên ku mîhrîcan bi rêxistin kirine, bi xêrhatine beşdaran kir û girîngî û armancên lidarxitina mîhrîcanê diyar kirin. Hate gotin, armanc ji vê mîhrîcanê naskirina çandên li herêmê û parastina wan ji îmhayê ye.
Piştre endama Kombûna Olan û nûnera mezheba şîe Alyaa Mûsa bal kişand ser girîngiya jiyana hevbeş a di navbera çandên cuda de û got, jiyana hevbeş pêwîstiyeke jiyanî ye û tevahî ol banga jiyana hevbeş dikin.
Rêveberê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ebdulwehab Pîranî jî îşaret bi pirrengiya çandî ya li herêmê kir û diyar kir ku ev pirrengî dihêle ku têkiliyên hezkirin, hevgirtin û aştiya navxweyî ya di navbera xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xurt bibin.
Di mîhrîcanê de helbest hatin xwendin û şanoyek ji aliyê şanoger Şezvan Mehmûd ve hat pêşandan ku balê dikişîne ser girîngiya welat ji bo her ferdekî. Her wiha şanoya bi navê "Şahidên şevê" û şanoya "Giyanên bêguhen" hatin pêşandan.
Di dawiyê de koma "Koral" ya girêdayê Komeleya Çanda Suryan û koma Yekpar ên mûzîkê hunerên xwe pêşkêş kirin. Koma dîlanan a girêdayî Meclisa Civaka Ermenî govend pêşkêş kirin.
(bb)
ANHA