Dayika Şeha Ehmed wefat kir

Dayika têkoşer Şeha Mihemed Ehmed di temenê xwe yê 72 salî de wefat kir.

Dayika Şeha Ehmed wefat kir
25 mijdar, 2023   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Dayika têkoşer Şeha Mihemed Ehmed vê sibehê li gundê Maşûqê yê Tirbespiyê ji ber nexweşiyeke giran di temenê xwe yê 72 salî de wefat kir.

Şeha Ehmed dayika gerîlayê HPG′ê Cemşîd (Şukrî Ebdo) ye ku li herêma Botanê şehîd bû, her wiha kurekî wê yê din di nava refên gerîla de ye. Dayika Şeha di nava şoreşê de kedek û têkoşîneke mezin da.

Dayika Şeha di sala 1992′yan de Rêber Abdullah Ocalan li Şamê ditibû. Dayika Şeha li ser hevdîtinê ji ANHA′yê re axivîbû û gotibû: "Firkrê Rêbertî gelekî bandor li min kir. Rêbertî rastiya me û hêza gelê Kurd a têkoşînê ji me re nîşan da. Her wiha ji me re diyar kir ku em xwediyê heqî û dozê ne û divê gel ji bo doza xwe tê bikoşe. Bi saya ramanên Rêbertî jina Kurd nas kir ku di erk û mafan de mîna mêr e. Wekî jineke Kurd fikrê wî guhertineke mezin di min de da avakirin."

Dayika Şeha di hevpeyvîna li gel ajansa me de bal kişand ser PKK′ê jî û got: "Ne ji PKK′ê bûya dê gelê Kurd di bin bandora desthilatên pergalên serdest de bûye û dê wekî alaveke ji bo pêkanîna berjewendiyên van pergalan maba. Pêşketinên fikrî û civakî ku em îro dibînin, berhemên fikrên Rêber Ocalan in ku rêya azadiya nîşanî me da."

Ji ber têkoşîna xwe û tevlêbûna kurên wê nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê, hêzên hikumeta Şamê zext li dayika Şeha dikirin û zêdetirî 21 caran ji bo lêpirsînê hat xwestin.

Cenazeyê dayika Şeha Ehmed piştî nîvro li goristana gundê Maşûqê hat veşartin.

(bb)

ANHA