Kongreya Îslama Demokratîk der barê hişbirê de semînerek da

Bi dirûşma "Dest bi dest ber bi civakeke bê madeyên hişbir ve", Kongreya Îslama Demokratîk rêzesemîner ji bo hişyarkirina ji metirsiyên madeyên hişbirê li dar xistin.

Kongreya Îslama Demokratîk der barê hişbirê de semînerek da
Kongreya Îslama Demokratîk der barê hişbirê de semînerek da
Kongreya Îslama Demokratîk der barê hişbirê de semînerek da
Kongreya Îslama Demokratîk der barê hişbirê de semînerek da
Kongreya Îslama Demokratîk der barê hişbirê de semînerek da
Kongreya Îslama Demokratîk der barê hişbirê de semînerek da
Kongreya Îslama Demokratîk der barê hişbirê de semînerek da
Kongreya Îslama Demokratîk der barê hişbirê de semînerek da
17 kanûn, 2023   18:38
HESEKÊ

Kongreya Îslama Demokratîk a navçeya Dirbêsiyê ya bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê bi semînerekê metirsiyên madeyên hişbir û bandora wê li ser civakê şîrove kir.

Semîner li avahiya meclisa bajarokê Til Kerem ê navçeyê bi beşdariya bi dehan şêniyên bajarok û endamên meclis û saziyan û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hat lidarxistin.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mezher Şêxo wiha axivî: "Dewletên derdora Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di têkbirina projeya wê ya demokratîk bi rêya hedefgirtina binesaziyê û derxistina fîtneyê de bi bin ketin, ji ber wê jî wan berê xwe da belavkirina madeyên hişbir di nav civakê de."

Bijîşk Enwer El Elî li ser bandora hişbirê li ser tenduristiyê û bandorên wê yên civakî û metirsiya wê û rêbazên dermankirinê axivî.

Piştre hevserokê Saziya Olî ya navçeya Dirbêsiyê Hecî Elî Xelîl got: "Hemû olan hişbir qedexe kiriye ji ber ku metirsiyên wê li ser jiyana mirov û civakê pir in."

Endamê Nivîsgeha Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê ya navçeyê Remedan Mihemed destnîşan kir ku derbaskirina hişbirê ji bo hundirê herêmê bi armanca têkbirina civakê bi gelek rêbazên nerewa tê pêkanîn û got: "Parastina civakê ji hişbirê erkê şêniyan û hêzên ewlekariyê bi tevahî ye."

Beşdaran di dawiya semînerê de teqezî bi girîngiya têkoşîna li dijî hişbirê û zêdekirina semînerên hişyarkirinê da.

(mh)

ANHA