Mîhrîcana Osman Sebrî bi sala Melayê Cizîrî dest pê kir

7`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî (Sala Melayê Cizîrî) bi xwendina helbestan li Qamişloyê dest pê kir. Îsal pêşbirka mîhrîcanê ser helbestan e û çalakiyên wê heta 3`ê Mijdarê didome.

Mîhrîcana Osman Sebrî bi sala Melayê Cizîrî dest pê kir
Mîhrîcana Osman Sebrî bi sala Melayê Cizîrî dest pê kir
Mîhrîcana Osman Sebrî bi sala Melayê Cizîrî dest pê kir
Mîhrîcana Osman Sebrî bi sala Melayê Cizîrî dest pê kir
Mîhrîcana Osman Sebrî bi sala Melayê Cizîrî dest pê kir
Mîhrîcana Osman Sebrî bi sala Melayê Cizîrî dest pê kir
Mîhrîcana Osman Sebrî bi sala Melayê Cizîrî dest pê kir
Mîhrîcana Osman Sebrî bi sala Melayê Cizîrî dest pê kir
Mîhrîcana Osman Sebrî bi sala Melayê Cizîrî dest pê kir
1 mijdar, 2023   19:45
QAMIŞLO

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê 7`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ya bi sala helbestvan û nivîskarê Kurd Melayê Cizîrî ye dest pê kir.

Mîhrîcan li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê bi amadebûna nivîskar, rewşenbîr, helbestvan, nûnerên Rêveberiya Xweser û Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM dest pê kir.

Li ser navê Rêveberiya Xweser Cîgira Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Mariya Aho axivî û diyar kir ku ev 7 car in mîhrîcan tê lidarxistin, ev yek jî bi saya însiyatîfa wêjevan û rewşenbîrên li herêmê pêk tê û wiha got: "Wêjevan zanebûn û haydarbûnê pêşkêşî gelan dikin û wêje bi parastinê ava dibe, bi xwe re jî civakê pêş dixe."

Endamê Komîteya Amadekar a mîhrîcan Silêman Mehmûd jî da zanîn ku armanc ji lidarxistina mîhrîcan û pêşangehên wêjeyî ew e nivîskar û helbestvanên li herêmê bînin ba hev, da ku derbasî nava pêşbirkekê bibin, wisa jî asta xwe pêşbixin û wiha domand: "Ji serê sala 2023`yan ve amadekariyên mîhrîcan têne kirin. Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagiker mîhrîcan carekê taloq bû."

Mehmûd destnîşan kir ku mîhrîcana îsal bi berhemên ji Kurdistanê û derveyî welat zengîn bûye û ew ji bo parastina wêjeya Kurdî û berevaniya li ber êrişên qirkirinê yên li dijî wê, mîhrîcana îsal bi navê Melayê Cizîrî li dar dixin.

Piştî pêşandana senvîzyonekê li ser jiyana siyasetmedar, helbestvan û nivîskarê Kurd Osman Sebrî, ji koma Pargîn çend kilamên kurdwarî hatin gotin. Helbestvan Kurdiyar Dirêî û Dilyar Osê helbestên xwe yê bi zimanê Kurdî ji beşdaran re gotin, dûra helbestvan Samir El Şomerî û Mistefa El Hac jî helbestên xwe yê bi zimanê erebî li pêşberî beşdaran pêşkêş kirin.

Di 6`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî de, ku pêşbirka wê ser romanê bû çend nivîskar hatin xelatkirin. Îsal jî di mîhrîcanê de berhemên wan ji aliyê Komîteya Amadekar ve hatin çapkirin. Navên romanan wiha ne: Qolincên Nûjiyanê ya nivîskar Kamran Simo Hedilî, Roj di çavên me de direqisî ya nivîskar Senaa Hacî, Bîlêta vegera li Kobanê ya nivîskar Ciwan Silo û Di daîreya mirinê de li wan digerin a nivîskar Ebd El Cabir Hebîb.

Vê salê pêşbirka mîhrîcan ser helbestan e, wê di roja dawî jî anku 3`ê Mijdarê de helbestvanên serkeftî werin xelatkirin.

(sb)

ANHA