`Bi hev re dagirkeriyê bi dawî bikin û guhertina demokratîk pêk bînin`

Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelek taybet a jinan bi dirûşma "Bi hev re dagirkeriyê tune bikin û guhertina demokratîk li Sûriyeyê pêk bînin" li dar xist. Di panelê de geşedanên siyasî yên xwecih, herêmî û têkoşîna jinan û rola wan hatin nîqaşkirin.

`Bi hev re dagirkeriyê bi dawî bikin û guhertina demokratîk pêk bînin`
`Bi hev re dagirkeriyê bi dawî bikin û guhertina demokratîk pêk bînin`
`Bi hev re dagirkeriyê bi dawî bikin û guhertina demokratîk pêk bînin`
`Bi hev re dagirkeriyê bi dawî bikin û guhertina demokratîk pêk bînin`
`Bi hev re dagirkeriyê bi dawî bikin û guhertina demokratîk pêk bînin`
`Bi hev re dagirkeriyê bi dawî bikin û guhertina demokratîk pêk bînin`
`Bi hev re dagirkeriyê bi dawî bikin û guhertina demokratîk pêk bînin`
`Bi hev re dagirkeriyê bi dawî bikin û guhertina demokratîk pêk bînin`
`Bi hev re dagirkeriyê bi dawî bikin û guhertina demokratîk pêk bînin`
1 mijdar, 2023   19:14
MINBIC

Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Minbicê paneleke diyalogê der barê geşedanên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmê, li navenda Çand û Hunerê ya navenda bajarê Minbicê li dar xist.

Di panelê de endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, komîte û saziyên wê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, xet û meclisên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.

Di serî de berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Xaliye Kejwan got: "Êdî kirîza Sûriyeyê ne kirîz e ji ber ku destpêk û dawiya kirîzan heye, lê belê doza Sûriyeyê 12 sal derbas kiriye û hîna career nebûye û ev kirîz bûye doz."

Xaliye Kejwan destnîşan kir ku Sûriye di qonaxeke girîng re derbas dibe û di encama geşedan û bûyerên siyasî yên pir lezgîn de, Sûriye ji bo 3 parçeyan hat parçekirin, hemwextî wê jî aliyên ji derve hene ku hewl didin bi navê şoreşa Sûriyeyê fîtneyê peyda bikin.

Endama Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hind Daxistanî têkildarî rastiya jinan got: "Jin berî nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ne wek piştî wan bû. Rêber Abdullah Ocalan jin ji nav zilmê vejand û ji fikrê baviksalarî rizgar kir. Şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî yek ji destkeftiyên herî mezin ên jinan di dîrokê de ye."

Hind Daxistanî soza domandina têkoşînê û rizgarkirina jinan û belavkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan û şopandina rêya wî da.

Di dawiya panelê de beşdaran mijara panelê nîqaş kirin û destnîşan kir ku berxwedana jinan a Kobanê ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çirûska destpêkê bû ku rêya jinan ber bi rizgarî û şoreşê ve ronî kir.

(mh/şx)

 ANHA