Piştgiriya gel a ji pêngava cîhanê ya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û destnîşan kirin ku heta ev armanc pêk were, dê têkoşînê mezin bikin.

Piştgiriya gel a ji pêngava cîhanê ya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re
2 mijdar, 2023   02:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi lidarxistina çalakiyên cihereng piştgiriya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin ku 10`ê Cotmehê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" dest pê kiriye.

Di vê çarçoveyê de welatiyên Hesekê û Reqayê ji ajansa me re axivîn.

`ME Ê PIŞTGIRIYA RÊBERÊ XWE BERDEWAM BIKIN`

Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Itîmad El Ehmed tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe isbat dikin ku hevkarên dewleta Tirk in. Armanc jî têkbirina proje û ramana Rêber Abdullah Ocalan e."

Itîmad wiha domand: "Heke ev rêxistin bêdengiya xwe berdewam bikin, wê sîfeta mirovahiyê ji dest bidin. Ji ber ku kiryarên wê berovajî sloganên wê ne. Heta tecrîd bi dawî bibe em ê piştgiriya Rêberê xwe bikin."

Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya Tesnîm Mihemed jî got: "Em tecrîdê şermezar dikin ku li dijî tevahî qanûn û mafên mirovan e."

`RÊBERTÎ TACA SERÊ ME YE`

Hevseroka Meclisa Şehîd Mistefa Em Nekzî Emenî Sefer jî wiha anî ziman: "Rêber Abdullah Ocalan taca serê me ye. Wî jin rizgar kir û tevahî maf dane wê."

Emenî destnîşan kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta Rêber Abdullah Ocalan azad nebe, têkoşînê ranawestînin.

Welatiyê bi navê Casim El Xidêr ê ji navçeya Şedadê bêdengiya navneteweyî ya li hember tecrîdê şermezar kir û got: "Em piştgiriya tevahî çalakiyên li herêmê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li dar dikevin, dikim."

El Xidêr wiha pê de çû: "Em şêniyên navçeya Şedadê, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û parastina destkeftiyan dê li rex pêkhateyên herêmê û gelê wê bin."

`AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN AZADIYA GELÊ HERÊMÊ YE`

Welatiyê bi navê Ehmed El Xedîr jî got: "Ruxmîç şert û mercên ku herêm tê re derbas dibe lê em piştgiriya beşên din ên gelê herêmê û rûspiyan dikin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin."

El Xedîr da zanîn ku ji ber azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelê herêmê ye, ew ê piştgiriya daxwazên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin. Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê em piştgiriya hêz û ciwanên xwe dikin."

PEYMANA PIŞTEVANIYÊ

Welatiyê bi navê Mehmûd El Elî jî got: "Herêmên başûr, bajarok û xelkê wê piştgiriya pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin. Her wiha piştgiriya tevahî çalakiyên li herêmê yên ku bi heman armancî têne lidarxistin, dikin."

(şx)

ANHA