Miwefiq Terîf daxwaza şêweyek xwerêveberinê ji bo Siwêdayê kir

Şêx Miwefeq Terîf bang li Washingtonê kir ku Durziyên li Sûriyeyê biparêze, daxwaza şêweyek xwerêvebirinê ji bo Siwêdayê kir û got, "Ne maqûl e ji Durziyan were xwestin ku dev ji çekên xwe berdin."

Miwefiq Terîf daxwaza şêweyek xwerêveberinê ji bo Siwêdayê kir
11 kanûn, 2025   16:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Desteya Rûhanî ya Civaka Durzî şêx Miwefeq Terîf ê li Îsraîlê bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kir ku durziyên li Sûriyeyê biparêze da ku pêkanînên di Tîrmehê de bi serê wan de hatine dubare nebin.

Terîf di serdana fermî ya li navenda NYˊyê ya li Cinêvê de ji Reutersê re got divê Washington bi "erkên xwe yên parastina mafên hindikahiyên Sûriyeyê ji bo geşkirina aramiyê, rabe.

Terîf da zanîn ku "pêwîst e rêveberiyek xwecihî yan jî rêveberiyeke xweser ji bo Siwêdayê bê dayîn".

Terîf diyar kir ku "ne maqûl e" ji Durziyan were xwestin dev ji çekên xwe berdin, her wiha da zanîn ku pêwîst e bi rêya vegera welatiyan li malên xwe û hêsankirina derbasbûna alîkariyên mirovî li Siwêdayê ji nû ve bawerî were çêkirin, ji ber ku îro bawerî nîn e.

(fr)