Mîhrîcana Hêvî huner veguherand dibistana nirx û zanistê

Mîhrîcana Hêvî ya Şanoyê ya Zarokan ne tenê tabloyeke hunerî ye, der barê hevkarî, zanist, parastina jîngehê û girîngiya perwerde de peyamên gelekî girîng dan.

Mîhrîcana Hêvî huner veguherand dibistana nirx û zanistê
Mîhrîcana Hêvî huner veguherand dibistana nirx û zanistê
Mîhrîcana Hêvî huner veguherand dibistana nirx û zanistê
Mîhrîcana Hêvî huner veguherand dibistana nirx û zanistê
Mîhrîcana Hêvî huner veguherand dibistana nirx û zanistê
Mîhrîcana Hêvî huner veguherand dibistana nirx û zanistê
Mîhrîcana Hêvî huner veguherand dibistana nirx û zanistê
Mîhrîcana Hêvî huner veguherand dibistana nirx û zanistê
Mîhrîcana Hêvî huner veguherand dibistana nirx û zanistê
Mîhrîcana Hêvî huner veguherand dibistana nirx û zanistê
19 hezîran, 2026   04:15
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Li Qamişloyê Tevgera Çand û Hunerê (TEV ÇAND) bi alîkariya Şanoya Çiya û Tevgera Hîlala Zêrîn 16-17 Hezîranê Mîhrîcana Hêvî ya Şanoyê ya Zarokan li dar xist. 7 komên ji Dêrik, Rimêlan, Hesekê, Qamişlo û Koçeratan tev lê bûn.

‘ŞÊR Û MIŞK’

Koma Şehîd Feraşîn a girêdayî Saziya Malbatên Şehîdan a Rimêlanê şanoya `Şêr û Mişk` pêşkêş kir. Şano ji aliyê Xelîl Tehlo ve hatibû nivîsandin û derhênêr Nesrîn Ehmed bû. Di vê şanoyê de şêr dikeve xefika nêçîrvanekî û mişk şêr ji xefikê rizgar dike. Di vê şanoyê de peyam didin ku hevkarî û yekitî çavkaniya hêzê ye û tiştekî neyê kirin nîn e.

‘DADWERÊ BIÇÛK’

Şanoya `Dadwerê Biçûk` çîroka firoşkarê bi buhayên kel û pelan dilîze, vedibêje. Zarok dibin dozger û hukmê girtinê lê dibirin.

Senaryo ji aliyê Yehya Xefacî ve hatiye nivîsandin, amadekar Mihemed Resûl e û derhêner Alan Bêkes e. Koma Navenda Çand û Hunerê ya Hesekê ev şano pêşkêş kir û 12 zarok tê de lîstikvan bûn. Di vê şanoyê de peyama parastina rastiyê û li hemberî sextekariyê şer bikin, hat dayîn.

‘BÎRA BISÊHR Û GENCÎNEYA SOZDAYÎ’

Koma Baronyan şanoya ‘Bîra Bisêhr û Gencîneya Sozdayî’ pêşkêş kir. Di şanoyê de çîroka biyaniyên ji gundiyan re dibêjin zêr di bin erdê de heye û dixwazin gundiyan bixapînin, vedibêje. Di şanoyê de ji zarokan re dibêjin ku li pey sozên derew neçin. Senaryo ji aliyê Hîros Mardikiyan ve hatiye nivîsandin û derhêner Afîd Şokiyan bû û Mekirdêc Katanciyan bi rê ve dibir.

‘GUL’

Di şanoya ‘Gul’ de behsa nêzîkatiyên ji jîngehê re tê kirin û rexne dikin. Girîngiya kulîlkan û nebatan anîn ziman û gotin bila her kes jîngeh û xwezayê biparêze. Koma Şehîd Egîd ku ji 25 zarokan pêk dihat, pêşkêş kir û senaryo ji aliyê Mîlad Mihemed û Aye Hesen ve hatiye nivîsandin.

`BELEK Û REŞ BELEK`

Çîroka şanoya ‘Belek û Reşbelek’ li ser kitikên bajarekî ye ku birçî mane, bajarê mişkan jî dixwaze bi wan re bibe alîkar. Kitik jî xedariyê li wan mişkan dikin. Di şanoyê de peyman hat dayîn ku zarok neyên xapandin û xwe biparêzin. 14 zarokên ji gundê Girbawî yê Qamişloyê di şanoyê de lîst. Ji aliyê Akîn Ronî ve hatiye nivîsandin û derhênera wê jî Jiyan Arselan e.

`EM Ê HERIN SEYRANÊ`

Koma Şehîd Feraşîn a Hîlala Zêrîn şanoya Em ê biçin seyranê pêşkêş kir. Derhênerê wê Fatma Ehmed e. Ev şano li ser karekî Çînî ku nêzî çanda kurdan e, amade kiribûn.

Di şanoyê de girîngiya paqijiya giştî û xwezayê hatiye ziman. Li seyrangehê jî avêtina gemarê hatiye rexnekirin.

‘DIBISTAN-EM PAŞEROJ IN’

Şano li ser rewşa dibistan û xwîneran hatiye çêkirin. Di şanoya Dibistan-Em paşerojin rewşa dibistanan hatiye rexnekirin û hatiye gotin ku li dibistanan elektirîk û amadekariyên sereke nînin. Zarok ji dibistanê tê malê xeyalên xwe ji bûka xwe re vedibêje. Dixwaze di siberojê de bibe mamoste û zarokan perwerde bike û berpirsyariya wan rabike. Di dawiya şanoyê de strana `Em zarokên siberojê ne` gotin.

Şano ji aliyê Navenda Yekpar a Çand û Hunerê ya Qamişloyê ve hatiye amadekirin û zaroka bi navê Sazvîn Mûsa tê de dilîzê. Amadekar û derhêner Alan Abdullah e.

Derdora 600 zarokî û 7 komên şano tev li mîhrîcanê bûn, her wiha komên orkestra û govendê yên zarokan jî tev lê bûn.

Şehîd Hêvî (Hêvîdar) hunermend û şanogera Kurd, sala 2004`an li Kampa Mexmûr şehîd bû.

(np)

ANHA