Serêkaniyê bi vegera koçberan û ewlehiyê di rojevê de ye

Her çend Peymana 29’ê Çileyê vegera 80 hezar koçberên Serêkaniyê garantî dike jî, ji ber nebûna ewlehiyê, hebûna mayin û pirsgirêkên milkan, vegera ewle hîna pêk nehatiye.

Serêkaniyê bi vegera koçberan û ewlehiyê di rojevê de ye
19 hezîran, 2026   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN
DOGAN CÎHAN

Xala 14’emîn a peymana ku di 29‘ê Çile de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin, vegera ewle ya koçberên ji Efrîn, Heleb, Şehba, Serêkaniyê û Girê Spî bo bajar û gundên wan û avakirina rêveberiyên herêmî destnîşan dike.

Piştî pêşketinên di pêvajoya vegerê ya koçberên Efrînê de, vegera ewle ya koçberên Serêkaniyê bûye mijareke sereke ya rojevê. Di demên dawî de, serdan û civînên li ser vê mijarê zêde bûne û nîqaşên li ser ka vegera ewle çawa dê were kirin, berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de, Gerînendeyê Ewlehiyê ya Hesekê Mervan El Elî û cîgirê Gerînendeyê Ewlehiyê ya Hesekê Siyabend Efrîn jî serdana Serêkaniyê kirin. Gotûbêj li ser paqijkirina mayinan, avakirina xalên kontrolê yên hevbeş li ser rêya di navbera Serêkaniyê û Hesekê de û ka dê rewşa ewlehiyê ya giştî li bajêr çawa were şekildan, bûn. Her çend nîqaş derbarê afirandina şert û mercên pêwîst ji bo vegera ewle berdewam dikin jî, pêvajoyek vegerê ya berbiçav li ser erdê hîn di nîqaşê de ye.

BI HEZARAN KES LI BENDA VEGERÊ NE

Îro, bi hezaran kesên ku neçar man ji Serêkaniyê koçber bibin, li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn.

Nebûna garantiyên ewlehiyê, xetera mayinan, pirsgirêkên milkan, bikaranîna mal û erdan ji hêla kesên cuda ve û wêrankirina berfireh a binesaziyê, wek astengiyên sereke yên vegera wan têne destnîşankirin.

Li gorî daneyên Komîteya Penaberan a Serêkaniyê bi qasî 14 hezar malbatan, anku bi qasî 80 hezar kesan, bi fermî serlêdana vegera ewle ya malên xwe kiriye. Nêzîkî 33 hezar kes, bi taybetî yên li kampên Serêkaniyê, Waşokanî û Newrozê dijîn, ji bo ku vegerin, xwe qeyd kiriye. Li gorî agahiyan, ev serlêdan bi fermî ji Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî ya Sûriyeyê re hatine şandin.

KOMÎTE DAN Û STANDINÊN JI BO VEGERÊ DIDOMÎNE

Komîteya Penaberan a Serêkaniyê dan û standinên xwe yên têkildarî pêvajoya vegerê didomîne. Di vê çarçoveyê de, gelek civîn bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser, QSD û parêzgarê Hesekê re hatine lidarxistin.

Dosyaya vegerê bi rêk û pêk tê nîqaşkirin, bi taybet bi parêzgarê Hesekê Nûreddîn Ehmed re. Di civînên li gel şandeyên girêdayî hikumeta demkî de rewşa îdarî ya Serêkaniyê, astengiyên heyî û pirsgirêkên ku pêvajoya vegerê asteng dikin, hatin nîqaşkirin.

GUHERTINA DEMOGRAFÎK Û PIRSGIRÊKÊN MILKAN BERDEWAM IN

Yek ji pirsgirêkên herî girîng di doza Serêkaniyê de, ewlehî, pirsgirêka avaniya demografîk û milkan e.

Li gorî çavkaniyên herêmî, hejmareke girîng ji malbatên ku piştî dagirkirinê ji bajarên wekî Dêrazor, Reqa, Idlib, Hema û Helebê hatine anîn, li mal û erdên Kurdan hatine bicihkirin.

Çavkaniyên herêmê radigihînin ku malbatên Ereb ên ji nû ve hatine bicihkirin, li 45 gundên Kurdan dijîn. Heman çavkanî diyar dikin ku ev malbat erdên çandiniyê yên Kurdên koçber bi kar tînin û destnîşan dikin ku pirsgirêkên milkan û vegerê yek ji pirsgirêkên herî girîng ên herêmê ye.

Çavkaniyên herêmî radigihînin ku hin malbatên ku vê dawiyê bi awayekî takekesî vegeriyane Serêkaniyê, bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne.

Li gorî agahiyan, hin kesên ku dixwazin vegerin malên xwe, ji hêla malbatên Ereb ve ku niha di wan malan de dijîn, ji bo ku derkevin pere dixwazin. Di hin rewşan de, heta gef li wan tê xwarin ku heke pere neyên dayîn, dema derkevin wê malên wan xirab bikin.

Ev rewş wekî yek ji astengiyên herî girîng ên vegerê tê hesibandin û tê bawerkirin ku vegera girseyî bêyî çareserkirina pirsgirêka milkan dê dijwar be.

MEKANÎZMAYEKE BERBIÇAV JI BO VEGERA EWLE TÊ NÎQAŞKIRIN

Her çend Peymana 29’ê Çileyê armanc dike ku rê li ber vegera ewle veke jî, li ser rûyê erdê mekanîzmayeke berbiçav ji bo awayê pêkanîna vegera ewle û kî dê ewlehiyê pêk bîne, destnîşan nekiriye. Mijara Serêkaniyê bi taybetî jî piştî vegera koçberên Efrînê, Serêkaniyê mijara nîqaşê ye.

Ji bo misogerkirina vegera ewle, di hevdîtinan de hinek gavên şênber hatibûn nîqaşkirin. Li ser mijarên wekî paqijkirina mayinan, avakirina xalên ewlehiyê yên hevbeş û avakirina hêzên ewlehiyê yên herêmî ku yek ji daxwazên hevpar ên welatiyên Serêkaniyê ne, lê heta niha tu gaveke berbiçav nehatiye bicihanîn. Li gorî agahiyên dawîn jî di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de der barê vegera ewle ya ji bo Serêkaniyê de hevdîtin û nîqaşên çêbûne jî hîn mekanîzmaya ka dê pêvajoya vegerandina ewla çawa pêş bikeve, ne diyar e. Di vê çarçoveyê de nîqaş hîn jî didomin.

Endamê Koma Serokomariyê ya şopandina peymana 29`ê Çileyê Mustefa Ebdî duh (18`ê hezîranê) ji ajansa me re axivî û got gava yekemîn a vegera koçberên Serêkaniyê dê îro (pêncşemê) dest pê bike, mayînên li ser rê, li herêmên xeter û navbera gundan werin rakirin. 

ÇI BÛBÛ?

Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SNA) di êrişa 9’ê Cotmeha 2019’an de dest pê kir, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Di encama êrişê de, bi hezaran kes neçar man ku koçber bibin. Gelek gund û wargeh hatin valakirin û li bajêr pergaleke nû ya îdarî û ewlehiyê hate damezirandin.

Nêzîkî 7 salan e ku piraniya kesên ku ji Serêkaniyê koçber bûne, nikarin vegerin malên xwe. Her çend xala 14’emîn a Peymana 29’ê Çileyê çarçoveyeke siyasî ji bo vegera ewle û birûmet pêşkêş dike jî, pirsgirêka Serêkaniyê ji ber rewşa leşkerî û demografîk a heyî li ser erdê çareser nebûye.