Mihemed Mûsa: Parastina me di yekitiya me de ye

Sekreterê Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê Mihemed Mûsa da zanîn îro ji her demê bêhtir, divê gelê Kurd li cem hev be, ji wan tê xwestin ku tişta hevbeş di nava xwe de biparêzin û got: " Tevgera kurdistanî; Bakur, Başûr û Rojhilat derfetên mezin in, em di nava vê derfetê de jî tensîqa xwe xurt bikin. Parastina me di yekitiya me de ye.”

Mihemed Mûsa: Parastina me di yekitiya me de ye
20 ÇILE, 2026   05:30
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Sekreterê Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê Mihemed Mûsa ji ajanas me axivî û da zanîn ku îro ji her demê bêhtir, divê gelê Kurd li cem hev be, ji wan tê xwestin ku tişta hevbeş di nava xwe de biparêzin û wiha got: “Em dizanin hêzên navneteweyî li gorî berjewendiyên xwe tev digerin, hêzên herêmî Siûdî, Îmarat û Qeter jî yên ku diviyabû dûrî girêdana bi Colanî bikevin, nêzî wî bûne. Dewleta Tirk jî yek ji dagirkerên Kurdistanê ye, helbet wê dostaniya me neke. Di nava vê rewşê de faktora ku divê em li gorî wê biçin, hebûn û yekitiya me ye. Tevgera kurdistanî; Bakur, Başûr û Rojhilat derfetên mezin in, em di nava vê derfetê de jî tensîqa xwe xurt bikin. Parastina me di yekitiya me de ye.”

Mihemed Mûsa tîkildarî biryara serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya der barê Kurdan û mafên wan ên çandî de jî ev nirxandin kir " Ev biryar ji bo propogandaya hikumeta demkî ya Sûriyeyê hatiye derxistin û tiştekî nû di biryarê de tune ye. Hedefa sereke ji derxistina vê biryarê ew e ku asta nakokiyên di nava tevgera siyasî ya Kurd de xurttir bike, çerxekê û dûrketinekê çêke, bikare hinek aliyan bikişîne cem xwe, wekî ku va ye min tiştek da Kurdan.”

Mihemed Mûsa destnîşan kir ku xalên ku di biryarê de hatine gotin ji bo gelê Kurd û aliyên derve jî wekî nameyekê ne, dixwaze ji gelê Kurd re bêje “Ez ne li dijî we me, wê carekê bêje hûn çavên min in û careke din jî bêje hûn dilê min in” lê li ser rûyê erdê tiştekî nakin.

Mûsa anî ziman ku di biryarê de makanîzmaya hebûna zimanê kurdî jî nehatiye gotin û behsa encamên serjmariya sala 1962`yan hatiye kirin.

Mihemed Mûsa nêzîkatiyên hikumeta demkî li hemberî şandeya Kurd a ku 26`ê Nîsanê 2025`an hatiye damezirandin Rexene kir û da zanîn ku şande ji aliyê hikumeta demkî ve nehatiye pêşwazîkirin got, hikumeta demkî tenê bi QSD’ê re di aliyê leşkerî de dan û standinan dike. Her wiha diyar kir ku El Şeri pişta xwe daye itîfaqa 10`ê Adarê, pişta xwe da itîfaqa 1’ê Nîsan a ji bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî û bi alîkariya dewleta Tirk komkujî li wan taxan kirin.”

ANHA