Jinên koçber daxwaza parastina sivîlan û rawestandina komkujiyan kir

Jinên ji Efrîn û Şehbayê koçber bûne û li kantona Reqayê dijîn, daxwaza parastina sivîlan, bidawîanîna binpêkirin û komkujiyên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê kir.

Jinên koçber daxwaza parastina sivîlan û rawestandina komkujiyan kir
20 ÇILE, 2026   04:10
REQA
MIZGÎN ELÎ

Bertekên li hember sûcên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, bi taybetî jinan, zêde dibin. Di vê derbarê de jinên ji Efrîn û Şehbayê koçber bûne û li kantona Reqayê dijîn, daxwaza parastina sivîlan, bidawîanîna binpêkirin û komkujiyên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê kir.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Ezab Mistefa diyar kir ku jinên li Sûriyeyê, bi taybet ên di hundirê welêt de, di hemû astan de bi dijwariyên mezin re rû bi rû ne. Ezab destnîşan kir ku tiştê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê qewimîne ne tenê topbaran e, lê êrişeke sîstematîk e li dijî îrade û hişmendiya civakê.

Ezab diyar kir ku êriş ne tenê li dijî pêkhateykê bûn, lê li dijî hemû civakên ku li her du taxan bi hev re dijîn, tevî Ereb, Kurd, Êzidî, Çerkes û Ermenan bûn. Ezab rewş wek êrişeke piralî bi nav kir ku bi bombebarana leşkerî dest pê kir û bi êrişên psîkolojîk berdewam kir ku armanc ew bû ku îradeya şêniyan, bi taybet jin û ciwanan, bişikînin.

Ezab da zanîn ku berpirsiyarî niha li ser hemû hêz û aktorên li Sûriyeyê ye û diyar kir ku armanca sereke ji destpêkê ve parastina gel û parastina ewlehiya wan, misogerkirina mafên hemû civak û olan û xebata ji bo aştiyeke berfireh ku jiyana hevbeş û edaleta civakî bû.

Roşîn Hisên Elo ku ji Kefer Delê ya herêma Efrîna dagirkirî koçber bûye, got "Gel dê her  edalet û mafên şehîdan bixwaze" û diyar kir ku êş, koçberî û dorpêça ku wan kişandiye êdî nayê tehemûlkirin.

Roşînê wiha lê zêde kir: "Em lihevhatinê di navbera hemû aliyên Sûriyeyê de dixwazin. Êşa me kişandiye bes e. Sûcê sivîlên bêguneh, zarok û jinan çi ye?"

Roşîn Elo daxwaza pêkanîna edaletê ji bo şehîdên ku jiyana xwe ji bo parastina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê feda kiriye, kir. Roşînê ji bo pêkanîna ewlehiyê û parastina şêniyan bang li rayedarên pêwendîdar kir ku bi lez mudaxele bikin.

Zaroka bi navê Dorşîn Eynek Reşo ya ji Efrîna dagirkirî êşa zarokên ku derdê koçberiya dubare kişandiye anî ziman û diyar kir ku ev koçberiya wê ya çaremîn e.

Dorşînê got: "Em êdî ji Tirkiyeyê yan jî çeteyên wê natirsin, lê tiştê ku em dijîn pir bi êş e. Bes e neheqiya li dijî me! Em ê kengî mîna mirovên din bijîn? Em ê heta kengî ji cîhekî ber bi cîhekî din ve biçin? We li Efrînê tiştek ji me re nehişt û li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî we bi me re şer kir da ku em bi zorê koçber bibin."

Dorşînê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji bilî Xwedê ji kesî natirsin û em ê heta ku em bi ser bikevin li ber xwe bidin.”

(k)

ANHA